Nûçeyên analîzê

Krîza serokatiyê ya di nav YNKyê da wê çi bandorê li hebûna PKKyê ya li Silêmaniyeyê bike?

Bekir Aydoğan   | 17.08.2021
Krîza serokatiyê ya di nav YNKyê da wê çi bandorê li hebûna PKKyê ya li Silêmaniyeyê bike?

Istanbul

Pirsgirêka serokatiyê ya di navbera hevserokên partiya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da ku meha tîrmehê dest pê kiribû hê dewam dike.

Serokomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî partî ava kir û 42 salan bênavber serokatiya YNKyê kir. Di sala 2017an da dema ku Talabanî wefat kir kurê wî yê mezin Bafel û biraziyê wî Lahur (Şêx Cengî) wek hevserok hatin hilbijartin. Li ser vê hê du sal derbas nebû di partiyê da qeyrana serokatiyê dest pê kir. Rayedarên Saziya Îstixbaratê (Zanyarî) ya girêdayî YNKyê û yên Şaxa Tekoşîna Dijî Terorê yên nêzîkî Lahur ji wezîfeyê hatin hildan. Piştî vê yekê di navbera hevserokan da rageşiyê dest pê kir û wezîfeya hevserokatiyê ji bo demekê ji destê Lahur hat hildan. Paşê avêtin ser saziyên medyayê yên nêzîkî Lahur, der barê wî û birayên wî da fermana girtinê hat dayîn û hat xwestin ku Lahur Silêmaniyeyê terk bike.

Alîkarê Serokwezîrê HKIyê Qubat Talabanî, Şêx Cafer Mistefa û Kosret Resul piştgiriyê didin Bafel. Lahurê ku ji YNK û îstixbaratê hat dûrxistin daxuyand ew ê li hemberî van komplo û dafikan li ber xwe bide.

Heger krîza serokatiya YNKyê bidome û li dijî Lahur hêz were emilandin, ew îhtimal rû dide ku di navbera aliyan da şerekî çekdarî biqewime. Her wisa dûrxistina Lahur a ji burokrasiya îstixbarat û ewlekariya YNKyê û ya li Silêmaniyê, dê tesîrê li rêxistina terorê PKKyê jî bike.

- Peywendiya Lahur bi rêxistina terorê PKKyê ra

PKKya ku li Hewlêr û Duhokê êrîşî Pêşmerge, polês, karmend û sivîlan dike û hindik ma di navbera wê û PDKyê da şer derkeve, ji hêla dîrokî va û her wiha ji aliyê îdeolojîk va bêtir nêzîkî YNKyê ye. Her wisa ew yek jî tê zanîn ku mensûbên rêxistinê li Silêmaniyê nîsbeten hêsantir liv û tevgera xwe didomînin. Her wisa mirov dikare wê yekê jî bêje ku YNK ji bo ku fişarê li PDKyê bike û hevsengiyê çêbike, PKKyê wekî amûra zextê dixwaze bi kar bîne. Lewra nêzîkbûna di navbera YNK û PKKyê da tesîreke neyînî li peywendiyên digel PDKyê jî dike û bi heman awayî zirarê dide peywendiyên digel Tirkiyeyê jî.

Ji ber fealiyetên rêxistina terorê PKKyê yên li Silêmaniyê, peywendiyên YNKyê yên digel Tirkiyeyê hindik mabûn qut bibin û sala 2017an ji Nûnerê YNKyê li Tirkiyeyê Behrûz Galalî hatibû xwestin ku welêt biterikîne. Lêbelê piştî girtina ofîsên Tevgera Azadiyê ya şaxa PKKyê li herêmê û her wiha piştî ziyareta Behrem Salih a Tirkiyeyê ya sala 2019an, qedexeya geştên asîmanî ya dijî herêmê hatibû bidawîkirin.

Lahurê bi taybetî di van salên dawîn da bi têkiliyên YNK û PKKyê derdikeve pêşiyê beriya ku bibe hevserokê YNKyê yekeya îstixbarat û têkoşîna dijî terorê ya partiyê kontrol dikir. Lahur di wê heyamê da bi PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKyê ra têkilî datanî û ev jî balkêş bû. Wekî mayîn hatibû îdiakirin ku Lahur navbeynkarî kir ku Amerîka piştgiriyê vide YPGya li Kobanêyê û Amerîkayê jî ser YNKyê ra sîlah ji PKKyê ra şand.

Lahur di hezîrana 2016an da Kobanê ziyaret kiribû û bi endamên PYDyê ra hatibû ba hev. Lahur li vê derê bagî PDKyê kiribû ku bira ji PYDyê ra deriyê sînor veke. Lahur di mijdara 2019an da li Silêmaniyê bi Ferhat Ebdî Şahînê bi navê "Mezlûm Kobanê" tê zanîn ê ji serkêşên PKK/YPGyê ra hatibû ba hev.

Piştî ku rayeyên Lahur ên li YNKyê ji destê wî hatin hildan, ji îstixbaratê û saziyên ewlekariyê hat dûrxistin jî gelek kesên nêzî wî hatin îxrackirin. Meriv dikare bêje ku piştî vê mijarê PKKyê bi rihetî li Silêmaniyê tevnegere û rêxistin ji ser Lahur ra bi rihetî bi YNKyê ra têkiliyê daneyne. Wekî mayîn PKKyê têkilî cara ewil bi navbeykariya Lahur va bi YNKyê ra daneynî, dema li dîroka têkiliyan mêze bikin jî meriv dikare bêje ku xebatên rêxistinê yên li Silêmaniyê û têkiliyên bi YNKyê ra ew ê gelekî kêm bibin.

- Dibê Tirkiye li Silêmaniyê çi bike?

Di nav YNKyê da krîza seroktiyê heye dibe ku bi hev bikevin, di nav partî û saziyan da bi hev zêde bawer nakin. Di vê heyamê da Bafelê tê dîtin ku hewl dide Lahurê pismamê xwe ji partiyê û Silêmaniyê dûr bixe û bigihêje armanca xwe jî ew ê ji PDK, Tevgera Goranê, Tirkiye û Îranê piştgiriyê bigere.

Alternatîfa ku Tirkiye ji bo kar û xebatên PKKya rêxistina terorê yên li herêmê qels bike bi Bafel ra têkiliyê dayne wek firsendeke konjokturel li pêş sekiniye lê YNKya li Silêmaniyeya ji hêla kevneşopiyê va di bin tesîra Îranê da ye wê bixwaze rê nede hewlên li herêmê zirarê bidin hebûna PKKyê.

PKKyê di şerê Sûriyeyê da têkiliya bi Îranê ra pêşva bir, li Şengalê ji hêzên herêmî yên Heşdî Şabî ku nêzî Îranê mehanî hilda, di kar û barên li Silêmaniyeyê da têkiliya wan bi YNKyê ra ji ber Îranê jî heye û dibe ku Lahur û Bafel ên pismam bi vê ra eleqedar nebin û ev yek wisa bê nirxandin.

Ji ber vê jî dema li Iraqê êrîşên milîsên Şiî yên nêzî Îranê ku dibin ser baregehên Tirkiyeyê û gefan dixwin bê mêzekirin tê dîtin ku Tehrana naxwaze Enqere li Iraq û Herêma Kurdistanê be, dizane ku PKK li Silêmaniyeyê qels bibe ev yek bi kêrî Tirkiyeyê tê û ji ber vê jî hewlên ku rê li qelsbûna rêxistinê digirin dixwaze bike rewacê û ev yek balê dikişîne.

Digel vê heyama ji ber qeyrana pêşengiya navxweyî ya di nav YNKyê da ku Lahurê bi PKKyê ra têkiliyên wî ji nêz va hene hat dûrxistin divê Tirkiye bi pêşengên li Silêmaniyeyê ra pêşva bibe û li hemberî PKKya rêxistina terorê gavan biavêje û ev firsendek e. Di demên borî da ji ber kar û xebatên PKKyê yên li Silêmaniyeyê têkiliya bi Tirkiyeyê ra piçek paşve ket û li ser vê YNKyê li Silêmaniyeyê ofîsên Tevgera Azadî ya baskê siyasî yê PKKyê ya li herêmê bû girt û ji ber vê gavek hatibû avêtin. Ji vê heyama ku nav YNKyê qeyran heye pê va ji bo gotûbên li ser PKKya rêxistina terorê ji heyamên herî baş yek e.

Ji ber vê yekê ji bo ku Tirkiye li Silêmaniyê tesîra Îranê têxe hevsengiyê û fealiyetên PKKyê sînordar bike, bi taybetî bi rêya Qubat Talabanî dikare bi bi YNKyê ra têkiliyên dîplomatîk, siyasî, bazirganî û ewlehiyê xurt bike. Lewra têkiliyên Qubat Talabanî bi PDKyê ra baş in û helwesta wî erênî ye. Her wiha di qeyrana krîza serokatiyê da piştgirî dabû Bafelê birayê xwe û ji ber wê jî li Silêmaniyê tesîra wî zêde bû.

Her wiha ji ber ku têkiliyên PDKyê bi Tirkiyeyê ra baş in, PDK bi salan e di reqabeta bi YNKyê ra van têkiliyên xurt bi kar tîne. Dema meriv bala xwe dide vê rewşê têkiliyên ku YNK wê bi Tirkiyeyê ra dayne jî wê di warê reqabeta ku bi PDKyê ra dike da jî pişta YNKyê xurt bike.

Li herêma balyozxaneya Tirkiyeyê tenê li Hewlêrê heye, lê balyozxaneyên Îranê hem li Hewlêr hem li Silêmaniyê hene. Heke Tirkiye li Silêmaniyê teşebisa vekirina mîsyoneke dîplomatîk bike, bi YNK û partiyên siyasî, eşîr û pêşengên dînî yên li Silêmaniyê ziyaret bike, digel STK û saziyên fikr û ramanê, heke bazirgan vî bajarî ziyaret bikin, li Silêmaniyê têkiliyên fikr û ramanî û aborî wê xurt bibin. Ev yek jî di nav vebijêrkan da ye û meriv dikare li ser bisekine.

Lewra li Silêmaniyê têkiliyên ku wê rasterast bi gel, partî, STK û zanîngehên ku navenda wan li bajêr in ra werin danîn, wê zêdetir tesîrê li ser pêşîlêgirtina tesîra PKKya rêxistina terorê û Îranê bigire da ku ev tesîr pêşî li ber propagandayan bigirin. Her wiha ev têkilî wê di nav her du aliyan da seba çareserkirina qadên ku pevçûn lê heye û potansiyela krîzan lê heye an jî ji bo vekirina rêyên bibandor û xurtkirina wan jî bi demê ra wê firsendan bi xwe ra bîne.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.