Nûçeyên analîzê

Heke Amerîka piştî vekişîna ji Efxanistanê ji Iraqê jî vekişe, vekişîn wê tesîreke çawa li ser HKIyê bike?

Ji bo ku Kurdên Iraqê seba tehdîdên dervayî têkoşînê bidin divê di hundir da bibin yek û her du partiyên siyasî demildest li hev bikin

Bekir Aydoğan  | 24.08.2021 - Rojanekırın : 26.08.2021
Heke Amerîka piştî vekişîna ji Efxanistanê ji Iraqê jî vekişe, vekişîn wê tesîreke çawa li ser HKIyê bike?

Istanbul

 Amerîkayê piştî ku eskerên xwe ji Efxanistanê vekişand ew ê ber bi dawiya salê hêzên xwe yên şer ên li Iraqê jî vekişîne. Rewşa aboriyê, krîza siyasî, rêxistinên terorê, komên milîs ên çekdar û lihevnekirina Amerîka û Îranê li welêt bêîstqrariyê zêde dike. Tê mereqkirin ku ji ber vê vekişînê gelo Kurdên Iraqê yên dixwazin Amerîka li herêmê hebe ew ê di tesîreke çito da bimînin.

Li Iraqa vegeriya qada pevçûna Amerîka û Îranê milîsên alîgirê Îranê êrîşî baregehên eskerî yên Amerîkayê û Bolyozxaneya Bexdayê kiribûn ji ber vê rageşî zêde bibû. Amerîkayê di rêbendana 2020î da li Bexdayê General Qasim Silêmaniyê ji Îranê û Ebû Mehdî Mihendisiyê Alîkarê Serokê Heşdî Şebiyê kuştibû û rageşî zehf zêde bibû. Meclisa Iraqê ya di tesîra Îranê da li ser vê kom bibû, di rûniştina ku Kurd û Sinî beşdar nebibûnê da bi rayên Şiiyan biryar hatibû dayîn ku hêzên Amerîkayê ji Iraqê vekişin. Îranê li Iraqê êrîşî baregehên Amerîkayê yên li Iraqê kiribû û milîsên alîgirê Îranê jî asta êrîşên li dijî Amerîkayê û koalisyonê zêde kiribû, li ser vê Amerîkayê biryar dabû ku ji gelek baregehên li welêt vekişe û hejmara eskeran kêm bike. Herî dawîn di hevdîtinên Diyaloga Stratejîk a 4an da Amerîka û Iraqê diyar kiribûn ku hetanî dawiya sala 2021ê xêncî xizmetên şêwirmendiyê û perwerdeyê yên li welêt hemû eskerên şer ji Iraqê vekişin.

- Rageşiya Heşdî Şebiyê

Tê axaftin ku ji ber biryara vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê gelek mitefîq, aktorên alîgir, kom û çalakvanê di bandoreke neyînî da bimînin. Tê texmînkirin ku Kurdên Iraqê yên bi saya Amerîkayê gelek tişt bi dest xistin jî di tesîra vekişîna eskerên Amerîkayê da bimînin.

Kurdên Iraqê yên xweseriya xwe ya de facto di sala 1991ê da bi saya Amerîkayê ku li bakur qedexeya firînê îlan kiribû va hildabûn di sala 2003yan da bi dagirkirina Iraqê va ji hêla makezagonî va jî saxlem kirin lê ji ber PKKya rêxistina terorê, gefên DEAŞê yên zêde dibin, referanduma serxwebûnê, milîsên Şiî, ji dest derketina Kerkûkê û zêdebûna rageşiyên navxweyî va di heyama nû da tevlî polîtîkayên tundraw ên Îranê va dibe bi rîskên nû ra rû bi rû bimînin. Lewra Serokê berê yê Rêveberiya Herêma Kurdistana Iraqê û lîderê Partiya Demokrat a Kurdistanê Mesûd Barzanî muqayesekirina Efxanistan û Herêma Kurdistanê daxuyanî da û ragihand ku ew tiştekî rast nîne lê di heman demê da ev yek nîşan dide ku Amerîka wekî ji Efxanistanê vekişî dema ji Iraqê jî vekişe ev ji bo Kurdên Iraqê jî hin rîskan di nav xwe da dihewîne.

Amerîkaya ku di sala 2003an da piştî dagirkirinê di sala 2011an da eskerên xwe ji Iraqê vekişandibû di sala 2014an da ji bo têkoşîna li hemberî DEAŞê ji nû va eskerên xwe şandibû Iraqê lê digel biryara vekişînê di qada şêwirmendî û perwerdehiyê da wê eskerên wê dîsa bimînin lê milîsên Şiî yên Îran piştgirên wan e û li welatên, komên siyasî yên li welêt bi vê yekê qanî nebûn û wan bi moşek droneyan va êrîşî ser baregehên Amerîkayê kirin. Koalîsyona têkoşîna li dijî DEAŞê ku pêşengiya wê jî Amerîka dike wê wesayîtên hewayî yên wek balafir û droneyê û pergalên parastina hewayî ku wê çiqas ji wan ji welêt bên derxistin jî ji bo vekişana Amerîkayê ya ji Iraqê wê xwedî bandoreke girîng be. Ji bilî vê Amerîka vekişe jî dibe ji ser NATOyê eskerên xxwe li welêt bihêle û ev yek jî ji bo koman bibe sedema êrîşkirinê. Komên Şiî yên Îran piştgirên wan e dixwazin ku Amerîka bila bi tenê ne ji hêla eskerî va wek ji Efxanistanê jî bila di qada dîplomatîk da jî vekişe û ev kom dibe ku bi van hincetan baregehên eskerî yên Amerîkayê yên li Iraqê û mîsyonên dîplomatîk jî ji xwe ra bikin hincet û êrîşên xwe bidomînin. Amerîkayê ragihand ku wê dawiya salê hêzên xwe yên şervan ji welêt vekişîne lê li Iraqê ji hêla eskerî û dîplomatîk va wê hebûna xwe bidomîne. Ji ber vê jî vekişîna Amerîkayê ya ji Iraqê wê neşibe vekişîna wê ya ji Efxanistanê û encamên wê jî wê cihê bin.

Di demên berê da Kurdên Iraqê diyar kiribûn, heger Amerîka ji Iraqê vekişe dikare hêzên xwe li HKIyê bi cih bike, lê li dijî vê vegotinê, milîsên Şîe jî diyar kiribûn ku HKI perçeyek ji Iraqê ye û ew naxwazin hêzên Amerîkayê li vir jî bimînin û her wisa gelek carî li dijî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê û Baregeha Eskerî ya Herîrê ku eskerên Amerîkayê lê ne, bi fuze û dronean êrîş hatibûn kirin.

Ji aliyekî din va di valahiya nîsbî ya ji ber vekişîna Amerîkayê da dibe ku komên milîs bixwazin keysa xwe li vê valahiya navborî bînin û êrîşên xwe yên li HKIyê bixin rengekî bêtir celeb celebî û li dijî Kurdên Iraqê di warê wan herêman da ku di navbera Hewlêr û Bexdayê da nakokî li ser heye, wekî kartekê biemilînin. Lewra rêveberiya Bexdayê ya ku nikare van komên Şîe kontrol bike, êrîşên van hesaban jî nikare bipirse. Îja di rewşeke wiha da heger Amerîka hêzên xwe vekişîne, dibe ku ev komên navborî êrîşên xwe zêdetir bikin.

HKI piştî referanduma serxwebûnê ya di 25ê Îlona 2017an a ku rêveberiya navendî ya Iraqê jî dij derketibû, 16ê Cotmeha 2017an Kerkûk jî di navê da hemû herêmên ku nakokî li ser heye, ji artêşa Iraqê û milîsên Şîe ra hiştibû. Kurdan wer zen kiribû ku heger êrîş li dijî wan were kirin, Amerîka dê pişta wan bike. Ji xeynî vê pêşmerge nêşkêva ji Kerkûkê derketibûn. Van yekan jî kiribû ku partiyên siyasî yên HKIyê hevdu bi îxanetê va sûcdar bikin. Ji êrîşa milîsên Şîe ya 16ê cotmehê va jî Kurdên Iraqê pê beled in ku di demeke krîzê da rewşeke bi vî rengî dibe ku dubare bibe.

- Tehdîda PKK û DEAŞê

Di 9ê cotmeha 2020î da di navbera hikûmeta Iraqê û HKIyê da peyman hat îmzekirin ku hebûna PKK û Heşdî Şebî ya li Şengalê bê dawîkirin. Piştî peymanê PKK ji vê yekê aciz bû û êrîşên xwe yên li HKIyê yên dijî pêşmerge, polês, karmend û sivîlan zêde kir.

PKK PDKa navenda wê Hewlêr e sûcdar dike ku ew piştgiriyê dide operasyonên Tirkiyeyê yên li dijî PKKyê yên li HKIyê. Heke operasyonên Tirkiyeyê zêde bibin, êrîşên li dijî HKIyê jî dibe ku zêde bibin. PKK li Şengalê hêzên herêmî di bin banê Heşdî Şebî da berhev dike, mehaneyê dide wan û bi milîsên Şiî ra têkiliyan ava dike. Dema ev tişt bên nirxandin tê dîtin ku HKI him rastî êrîşên PKKyê û him jî rastî êrîşên komên milîs tê. Heke HKI beşdarî operasyoneke li Şengalê bibe PKK û komên milîs bi hev ra wê êrîşî HKIyê bikin.

Ji aliyê din DEAŞa ku di 9ê çileya pêşîn a 2017an da hat gotin ku ew têk hatiye birin jî ji bo HKIyê talûke ye. DEAŞ di demên dawîn da li herêmên binîqaş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da êrîşên xwe zêde dike. Di 3yê tebaxa 2014an da DEAŞê êrîşî Şengala ku zêdetir Êzdî lê dijîn kiribû û bi hezaran Êzdî rastî zilmê hatibûn. Wê demê DEAŞ 30-40 kîlomêtro nêzîkî Hewlêrê bûbû. Ji ber tirs û xofê hin Kurdên Iraqî ber bi balafirgehê û otogarê çûbûn, wesayîtên xwe ber bi bakur va ajotibûn, neft, xwarin û xurek zêde kirîbûn ku bê tevdîr nemînin. Lê ji hêla din va gelek kesan jî bi dildarî amadehî kiribûn ku beşdarî pêşmergeyan bibin ku dijî DEAŞê şer bikin. Pêşmerge di şerê li dijî DEAŞê da xwedî tecrube ne, bi alîkariya eskerî ya hêzên koalîsyonê va hêza xwe xurt kirine. Di demên dawîn da DEAŞ êrîşên xwe zêde dike, lê pêşmerge jî li herêmên binîqaş yên di navbera Hewlêr û Bexdayê da hêza xwe xurt dike. Heke Amerîka ji herêmê vekişe rewş tevlihev bibe ew dikarin ji vê bêîstiqrariyê derfetan bi dest bixin.

- Polîtîkaya zextê ya ku Îran li ser PDK-Îyê dike

Îran dixwaze nifûza xwe ya li Iraqê li Herêma Kurdistana Iraqê jî bi dest bixe. Îran li gor Silêmaniyê ji têkiliyên ku Hewlêrê bi Tirkiye û Amerîkayê ra daniye, aciz dibe. Di vê heyamê da dibe ku Îran zexta ser HKIyê zêde bike. Îran dikare bi rêya milîsên Şîe, rêvebiriya Bexdayê û bi PKKya ku di şerê Sûriyeyê da têkiliyên xwe pê ra xurt kir va zextê li ser HKI û bi taybetî ser PDKyê bike, lê di vê heyamê da bi taybetî dikare êrîşan bibe ser kamp û endamên Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Îranê (PDK-Î) û wisa zexta xwe zêde bike. Lewra PDK-Î bi taybetî li HKIyê bi cih bûye û ji aliyê Îranê va wekî rêxistina terorê tê qebûlkirin. Îranê rojên çûyî da gelek top avêtin kampên PDK-Îyê yên li HKIyê û ji ber ku li Ewropa û Hewlêrê pêşeng û endamên PDK-Îyê rastî sûîqestan hatin û di demeke nêz da endamekî PDK-Îyê li Hewlêrê hat kuştin, Îran wek kiryarên van hat sûcdarkirin. Îranê ji rêvebiriya Iraqê xwest ku rêxistinên mixalifê Îranê ji welêt derxin û ji bo vê yekê ji Iraqê daxwazeke fermî jî kir.

Îhtimaleke wisa tuneye ku Amerîka wekî ku ji Efxanistanê vekişiya, ji Iraqê jî vekişe. Lê ji bo hemû rîskên ku li jor hatin rêzkirin nayê zanîn bê ka Kurdên Iraqê seba hemû rîskan çi qas bi tevdîr in. Bi salan e PDKya ku di kontrola malbata Barzanî da ye û YNKya ku di kontrola malbata Talabanî da ye mînanî du dewletên bajêr yekeyên wan ên ewlehî û îstixbarî ji hev cuda ne, li herêmê gendelî heye, îstiqrara aborî û siyasî tuneye. Piştî referanduma 2017an Kerkûk jî ji destê herêmê derket û PDKyê Bafel û Lahur Talabaniyê Hevserokên YNK bi îxanetê sûcdar kir ku pêşmergeyên xwe vekişandine. Dema meriv vê bîne bîra xwe ji bo ku Kurdên Iraqê seba tehdîdên dervayî têkoşînê bidin divê di hundir da bibin yek û her du partiyên siyasî demildest li hev bikin. Rojeva ewil a ku divê li ser bisekinin ev e. Her wiha heke ku mehaneyên karmendan ên ku ji Bexdayê tên, qut bibin, divê seba vê jî çavkaniyên dahatê bibînin da ku girse serî hilnedin. Ji aliyê din va piştî ku Amerîka vekişe, heke ku valahiyeke hêzê çêbibe, divê Îran bi polîtîkayên xwe yên zextê û hegemonîk va vê valahiyê domîne neke û seba vê jî divê bi Tirkiyeyê ra hêza xwe xurt bike û ji bo têkoşîna PKK-DEAŞê zêdetir tevkariyê bike.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın