Nûçeyên analîzê

Di siyaseta Rojhilata Navîn da piştî rageşî û pevçûnê ber bi dewra dîplomasî û restorasyonê va

Dr. Abdullah Erboğa   | 21.09.2021
Di siyaseta Rojhilata Navîn da piştî rageşî û pevçûnê ber bi dewra dîplomasî û restorasyonê va

Istanbul

 Di van rojên ku Amerîka ji Efxanistanê vekişiya û dengvedanên wê hê dewam dikin da em dibin şahid ku di siyaseta Rojhilata Navîn da geşedanên lezgîn pêk tên. Dîplomasî zêde dibe û dewletên ku di navbera wan da rageşî hene, nîşaneyên nermbûnê nîşan didin. Ev pêvajo ne tenê bi çend welatan va sînordarkirî ye û hema bêje hemû pêşengên herêmê helwestên wekî hev nîşan didin. Şûna pevçûn û rageşiya ku di pêvajoya îsyanên Ereban da zêde bûn, diyar e ku vê gavê di polîtîkayên dereke yên dewletan da helwesta restorasyonê heye. Gelo li Rojhilata Navîn pêvajoya tevkariyê çima wisa ji nişka va zêde bû?

- Di siyaseta kurewî da valahiya hêzê

Dîroka 11ê Îlona 2001ê helbet ji bo polîtîkaya dereke ya Amerîkayê girîng e. Digel Rojhilata Navîn bû sedema vê guherîna polîtîkaya dereke ya Amerîkayê. Bi pêşengiya Amerîkayê hêzên eskerî pêşiyê midaxaleyî Efxanistanê kir, paşê midaxaleyî Iraqê kir û van midaxaleyan kaosa li erdnîgariya Rojhilata Navîn zêde kir. Piştî şerê dîplomatîk rêvebiriya Washingtonê wekî ku di siyaseta navneteweyî da hêza super be, tevgeriya û bi xwe bawer bû. Bi vê xwebaweriyê va hêza tund bi kar anî û hemû mesrefa ewlehiya kurewî hilda da ser xwe.

Digel vê Amerîka erdnîgariya Rojhilata Navîn di serî da, bi berpirsiyariyên xwe hesiya û pêşengên wekî Çînê ku seba hêza super xwe pêş dixin, pozîsyona Washingtonê tehdîd kir. Bi vê yekê ra Amerîkayê stratejiyeke nû şopand. Amerîka ji bo ku pozîsyona xwe ya hêza super bidomîne, wisa bawer kir ku ji mesrefên ewlehiya kurewî bifilite. Ev yek di dewra Serok Barack Obama da bû yek ji pêşaniyên bingehîn ên polîtîkaya dereke ya Amerîkayê û di dewra Serokê berê Donald Trump da jî vê helwestê dewam kir.

Amerîka her çend di pergala navneteweyî da aktorê herî xurt be jî, domandina pozîsyona xwe ya hêzdarbûna sereke, bi taybetî bi vekişîna xwe ya ji aliyê eskerî va girê dide û ev polîtîkaya xwe li Rojhilata Navîn kir rewacê. Amerîka di sala 2010ê da ji Iraqê vekişiya, di pêvajoya Îsyanên Ereban da geşedanên li Rojhilata Navîn ji dûr va şopand û çi qas ji dest hat wekî eskerî tevî van geşedanan nebû. Piştî yanzdeh salên ku ser ra derbas bû, Amerîka ji Efxanistanê vekişiya, li dû xwe Rojhilateke Navîn a ku hevsengiya hêzê lê neguherî, lê tê da dînamîkên zêdetir pevçûnkar hişt.

Helbet vekişîna eskerî ya Amerîkayê, îmaja hegemonyaya kurewî ya wê qels nîşan bide jî lêbelê kapasîteya hêza wê hê jî gelekî ji aktorên kurewî yên din wêdatir e. Amerîka her çiqas wekî hêza super a kurewî statu û rola xwe ya di pergala navneteweyî da bidomîne jî lê êdî ew roj derbas bûne ku sozê ewlekariya bêsînor dida mitefiqên xwe. Lewma jî aktorên ku li gorî tercihên Amerîkayê yên ewlekarî û polîtîkaya derva tevdigerin, neçar in ku li gorî şert û mercên nû xwe rojane bikin.

- Li Rojhilata Navîn dîplomasî bihêz dibe

Divê mirov ji bîr neke ku Amerîka hê jî di siyaseta Rojhilata Navîn da hêza sereke ye û ji aliyekî va jî aktorên herêmî hewl didin xwe adapteyî serdema nû bikin. Bi vekişîna Amerîkayê ya ji Efxanistanê va aktorên herêmî yên ku ji wan wetrê Amerîka dê di siberoja nêzîk da li Rojhilata Navîn înîsiyatîfê hilnede, polîtîkaya xwe ya derva bêyî ku hêza kurewî ji bîr bikin, lê bi berçavgirtina hêzên herêmî va revîze kirin. Ji xwe di pêvajoya Serhildanên Ereb da aktorên ku ji qeweta xwe gelekî der tevgeriyan, pişta xwe dabûn hêza mezin û wisa xwe li tiştekî wisa danîbûn. Di serdema nû da hêzên li Rojihilata Navîn şûna polîtîkaya derva ya agresîv û şerxwaz, hevkariyê derdixin pêş û hewl didin dîplomasiyê bihêz bikin.

Gava mirov ji vê hêlê va lê dinihêre, mirov dibîne ku li Rojhilava Navîn hema hema hemû dewlet rageşiyên berê didin alî, dixwazin bi aktorên din ra navbera xwe xweş bikin. Van dawiyan di siyaseta Rojhilata Navîn da ya wekî Erebistana Siûdî-Îran, Tirkiye-Misir, Erebistana Siûdî-Hemas, Tirkiye-Mîrektiyên Yekbûyî yên Ereb (MYE) û Qeter-Erebistana Siûdî/MYE nermbûneke bi giştî xwe nîşan dide ku encama çarçoveya li jor xêzkirî ye.

- Têkiliyên Tirkiye-MYEyê

Di van demên dawîn da tê dîtin ku li Rojhilata Navîn hin têkilî nerm dibin, ji wan mînakek jî têkiliya Tirkiye-MYEyê ye. Di pêvajoya Serhildanên Ereban da vizyona herdu welatan li berevajiyê hev bû, herdu welat li gelek qadan derketin hemberî hev. Enqere û Abu Dabiyê di mijarên wekî Lîbya, Sûriye, Behra Sipî ya Rojhilat, Filistîn û Qeterê da helwestên cuda nîşan dan, her çiqasî di sala 2016an da jî nermbûneke wiha hebû jî di demeke nêz da dîsa ji hev dûr ketin.

Ji bo pergala herêmê tesewirên cuda hene ligel vê MYE dixwaze Tirkiyeyê li herêmê sînordar bike ev jî dibe sedema rageşiya têkiliya herdu welatan. Pirî caran hewl didin rageşiyê wekî mijareke îdolojîk nîşan bidin, ya rastî mijar têkoşîna hêza herêmî ye, di têkiliyên aboriyê yên dualî da heman pirsgirêk an rageşî nayê dîtin, di navber Tirkye û MYEyê da têkiliynê aboriyê yên qeyîn dewam kirin. Nermbûna têkiliyan a van demên dawîn tê dîtin jî hem ji ber geşedanên siyaseta kurewî ye hem jî tezahura stratejiya bêyî Amerîkayê ya herêmê ye. Ya rastî Amerîka hê li herêmê hêza herî çalak a herêmê ye. Lêbelê dema ji hêla MYEya va mêze dikin jî piştî Efxanistanê ji Çînê hetanî Parzemîna Ewropayê rîskeke ewlehiyê ya mezin derketiye holê. Her çiqasî têkiliyên MYEyê yên bi Çînê da qeyîn bin jî têkiliyên rêveberiya Pekînê yên bi Îranê ra hê jî pirsgirêk e. Wekî mayîn li Efxanistanê Talîban bi rê va dibe jî hêza MYEyê û Erebistana Siûdî kêm bû û Qeterê bi serkeftî heman valhî tijî kir.

Hem Qeter hem jî Îran di heyama teze da li Efxansitanê xwedî ciyekî hêzdar in ji ber vê jî MYE dikeve fikaran. Ji hêla din va dikarin bêjin ku MYE wekî Erebistana Siûdî li dijî Talîbanê dernakeve, têkiliyên xwe li ser berjevendiyan ava dike û xwe ji pozîsyona dijî Talîbanê xilas dike. Ji ber vê jî nêzbûna MYEyê ya Tirkiyeyê terciheke rasyonel e. Eşkere ye ku Tirkiye jî ji vê nermbûnê bi qezenc derdikeve û ji hevkariya MYEyê feydeyê dibîne.

Di encamê da Amerîka ji hêla eskerî va ji Rojhilata Navîn vedikişe di vê heyamê da aktorên zeyîf yên gavên ji hêza xwe mezintir diavêtin ji wan gavan dev berdidin û hewl didin têkiliyên xirab kiribûn dîsa ava bikin. Aktorên hewl didin tehdîdên konvensiyonel ên li Rojhilata Navîn daxin asta herî kêm ji berv ê di heyama teze da polîtîkayên li ser hevkariyê hatine avakirin dişopînin.

[Dr. Abdullah Erboga di qada welatên Kendavê, çekdarbûn û pîşesaziya parastinê da xebatên xwe yên akademîk didomîne]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın