Nûçeyên analîzê

'Asayîbûna' Tirkiye-Ermenistanê: Şert û mercên cuda, helwesteke nû

Prof. Dr. Armağan Gözkaman  | 10.05.2022 - Rojanekırın : 12.05.2022
'Asayîbûna' Tirkiye-Ermenistanê: Şert û mercên cuda, helwesteke nû

Istanbul

Prof. Dr. Armagan Gozkaman piştî hevdîtinên Tirkiye-Ermenistanê yên ku di 3yê Gulanê da li Viyanayê hatin kirin, gavên asayîbûna peywendiyan ji bo AA Analîzê nivîsîn.

***

Tûra sêyemîn a hevdîtina nûnerên taybet a ji bo asayîbûna peywendiyên Tirkiye-Ermenistanê di 3yê Gulana 2022yan da li Viyanayê hat kirin. Piştî hevdîtina ku Balyoz Serdar Kiliç li ser navê Tirkiyeyê Ruben Rubînyan jî li ser navê Ermenistanê beşdar bûn, ji hêla Wezareta Karên Derva ya Komara Tirkiyeyê daxuyanî hat dayîn û hat gotin ku hedefa aliyan a "asayîbûna tam" hat pesendkirin û her wiha gavên muhtemel ên ji bo pêşveçûna şênber a di vî warî da hatin gotûbêjkirin. Xaleke din a pesendkirî jî ew bû ku pêvajo dê "bê şert û merc" bê meşandin.

- Girîngiya asayîbûnê ya ji bo Kafkasyayê

Di 14ê Rêbendanê da li Moskovayê herdu welatan mizakereyên asayîkirina peywendiyan dan destpêkirin. Ev guherîn di payîza 2020î da piştî şerê li Qerebaxê pêk hat ku di navbera Ermenistan û Azerbeycanê da çêbû û Tirkiyeyê piştgiriya eskerî da Azerbeycanê. Heta ku hakimiyeta Ermenistanê ya li herêmê dewam bikira, ew yek pêkan nebû ku qanalên dîplomatîk ên di navbera Enqere û Rewanê da vebin. Serkeftina eskerî ya Azerbeycanê rê li pêvajoya hevdîtinê ya ku ji rêbendanê vir va didome vekir.

Yek jê bidawîbûna îtiraza Azerbeycanê ya ji bo nêzîkbûna Tirkiye-Ermenistanê ye ku piştî serkeftina Qerebaxê pêk hat. Tirkiyeyê ji bo têknebirina peywendiyên digel Azerbeycana mitefiq û hevkarê bazirganiyê, di polîtîkaya derva da guh da vê îtirazê. Ya duduyê jî ew e ku hikûmeta Nîkol Paşînyan peywendiyên digel Rûsyayê hem ji hêla polîtîkaya navxweyî û hem jî ji hêla polîtîkaya derva di platformeke taybet da bi cih kiriye. Li gorî Kremlînê, ji bo îstiqrar û pêşketina aboriyê Ermenistanê divê digel Azerbeycan û Tirkiyeyê pêvajoyeke nêzîkbûna siyasî bide destpêkirin.

- "Tesîra Azerbeycanê"

D pêvajoya asayîbûnê da mijareke din a divê li serê bê sekinîn û qal bê kirin yek jî Azerbeycan e. Him li Bakuyê û him jî li Êrîvanê di demeke nêz da di navbera herdu dewletan da jî ji bo pêkanîna aştiyê biryar hat dayîn ku bila pêşhevdîtin bên kirin. Telîmata vê hewlê rasterast ji Serokomar Îlham Eliyev û Serokwezîr Nîkol Paşînyan hat û navbeynkariya Charles Michelê Serokê Konseya Yekîtiya Ewropayê jî hat qebûlkirin. Ev mijara lihevkirinê dibe ku rageşiya ji ber Qerebaxê di navbera herdu aliyan da rû dabû ji holê rake. Tê gotin ku him Paşînyan û him jî Eliyev bi armanca çareserkirina pirsgirêkan damezrandina komîsyona û rayedarên herdu welatan di van komîsyonan da cî bigirin qebû kirine. Dema ku meriv difikire û dinirxîne dibîne ku ji alî Azerbeycan û Ermenistanê va jî tê xwestin çareserî pêk bê û ev jî siûda lihevkirinê zêdetir dike. Dema geşedaneke erênî ya wiha pêk bê jî gotûbêja Tirkiyeyê ya ku bi Ermenistanê ra bike ji ber "Tesîra Azerbeycanê" wê zirar nebîne û ev yek awayek baş dibe bê nirxandin.

- Hevdîtina di navbera Êrîvan û Enqereyê da gelekî girîng e"

Di vê pêvajoyê da lihevrûniştina di navbera Êrîvan û Enqereyê da heta îro di nav herdu dewletan da li ser çarçoveya pragmatîzmê tê meşandin. Paşînyan ji bo domandina pêvajoya gotûbêjê tu şert û mercek neda pêş. Di vê mijarê da tiştê divê li serê bê sekinîn ewe ku digel têkçûna li Qerebaxê di hilbijartina Hezîrana 2021ê ya li welêt da li Ermenistanê desthilatdarî neguherî.

Partiya Peymana Sivîl a lîderê wê Paşînyan e û di meclisê da xwedî pir rayeye vê yekê ji bo gotûbêja bi Tirkiyeyê ra ji xwe ra rewa dibîne. Serokwezîrê Ermenistanê ji bo di gotûbêjan da pêşketin pêk bê der heqê bûyerên sala 1915an da ji Tirkiyeyê qaşo "qebûlkirina komkujiyê" neanî ziman. Bi xêra vê Tirkiye jî tevlî pêvajoya hevdîtinê bû.

Heke meriv bala xwe bide mizakerevanên ji bo hevdîtinan hatine wezîfedarkirin tê dîtin ku her du paytext jî çiqas girîngiyê didin pêvajoyê. Aliyê Tirkiyeyê ji hêla dîplomatê xwedî tecrube Serdar Kiliç va tê temsîlkirin. Kiliç di Wezareta Karên Derva da -di nav da balyozxaneya Amerîka, Japonya û Lubnan jî di nav da- di wezîfeyên girîng da xebitiye, ji du salan zêdetir jî Sekreteriya Giştî ya Lijneya Ewlehiya Neteweyî kiriye û ji bo îdiaya komkujiyê ya Ermeniyan neyê nasîn jî têkoşîn da. Balyoz di 2014an da nameyek ji Serokê Komîteyê Davîd Harrîs ra şandibû û li ser banga wî ya ku digot bila bûyerên 1915an wek komkujî bê binavkirin gotibû ev hewldan neheqî ye.

Nûnerê Taybet yê Ermenistanê Ruben Rubînyan jî Alîkarê Serokê Meclisa Neteweyî ye û siyasetmedarekî bi tecrûbe ye ku berê serokatiya Komîteya Daîmî ya Têkiliyên Derva kiriye.

- Dahatûya mizakereyan

Armanca normalbûnê ya Enqere û Êrîvanê dibe ku di vê keliyê da hêviyên mezin dernexe holê. Lewra barê giran ê rabirdûyê heye û ev nîşan dide ku divê ji bo pêvajoya dirêj û zehmet meriv amade be. Heke li Êrîvanê hikûmet biguhere dibe ku dahatûya normalbûnê bikeve xetereyê. Îro li Ermenistanê bertekên civakî yên cuda hene ku Komara Tirkiyeyê ji ber Qerebax kete destê Azerbeycanê tê sûcdarkirin û ev tenê bi piştgiriya eskerî ya Bakuyê ya ku Enqereyê da nayê gotin. Di heman demê da ji hêla siyasî va hikûmet wek "tawîzê dide Tirkiyeyê" tê nirxandin û mixalefet dixwaze ew îstifa bike.

Heke bi vî çavî va bê nihêrîn, der barê dahatûya pêvajoya mizakereyê da dibe bê gotin geşedanên siyasî yên li Êrîvanê wê mizakereyan diyar bikin. Rêvebiriya Ermenistanê fikrên kevneşopiyê yên hişk dabûn aliyekî û bê şert hevdîtin qebûl kiribûn û pêvajoyê wisa dest pê kiribû. Lê ji bo têkilî di dahatûyê da bi tevahî normal bin binavkirina bûyerên 1915yan jî wê bibe diyardeyeke girîng. Di rabirdûyeke nêzîk da protokolên bi navê "Avakirina Têkiliyên Dîplomatîk" û "Pêşvabirina Têkiliyên Dualî" hatibûn îmzekirin, lê mumkin nebûbû ku bikevin rewacê. Ji ber vê, hemû destkeftinên di dema hikûmeta Paşiyan da bên bidestxistin ji bo Komara Tirkiyeyê wê pir girîng bin.

***

[Prof. Dr. Armagan Gozkaman, Serokê Têkiliyên Navneteweyî ya ÎÎBFyê ya Zanîngeha Beykentê]

*Fikr û ramanên di gotarê da yê nivîskar in û dibe ku li gorî polîtîkaya edîtoryal a Ajansa Anadoluyê nebin

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.