Nûçeyên analîzê

Teoriya komployê ya ku bû rastî: Pasaporta aşiyê

YEyê ji bo ku pasaporta aşiyê ku ji destpêka şewba Kovîd-19ê va dihat behskirin tetbîq bike, pêngava ewil avêt

Elif Irmak  | 23.03.2021 - Rojanekırın : 24.03.2021
 Teoriya komployê ya ku bû rastî: Pasaporta aşiyê

Brussels Hoofdstedelijk Gewest

 Şewba vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ya ku ji salekê zêdetir e ji jiyana me ya rojane ya rutîn heta xûyên me yên giştî di her qada jiyana me da me mecbûrî guherîn kirin niha jî amadehiyê dike ku ji bo seyahetê me bi pasaporteke duyemîn a ku rewşa tenduristiya me nîşan dide ra bide nasîn.

Dinyayê digel hişyarî, sînordarkirin heta aşiyan jî nekarî şewbê bide sekinandin. Her çiqas ji bo mehên pêş me da bi tesîra hewaya germ û aşîkirina komî va hêviyek xuya bike jî tu temînat tune ku dê jiyana me normal bibe.

Yekîtiya Ewropayê (YE) ji hêla sosyo-ekonomîk va gelekî di bin bandora şewbê da ma û nekarî li ber tehdeya biisrar a hin endamên ku aboriya wan li ser turîzmê ye li ber xwe bide û biryar da ku qet nebe ji bo ku seyahet serbestane bên kirin, pasaporta aşiyê ya ku hinekan heta demeke nêz wekî "teoriya komployê" didît hilde dewrê.

Fikra pasaporta aşiyê li Yewnanistana ku ji her pênc kesan kesek jê di sektoa turîzmê da dixebite bi nameya ku Serokwezîr Kîryakos Mîçotakîs ji Komîsyona YEyê ra şand hat bihîstin. Îspanyaya ku rewşa wê wekî ya Yewnanistanê ye jî piştgirî da vê fikrê. Digel vê ji ber ku hê jî her kes nikare xwe bigihîne aşiyê û dê bibe sedema bêedaletiyê welatên wekî Fransa, Almanya û Belçîkayê dijî vê fikrê derketin.

Lêbelê bi verastkirinên ku Komîsyona YEyê kir va rizaya dijberan jî hat hildan û bi civîna çapemeniyê ya Seroka Komîsyonê Ursula von der Leyenê va bi awayekî fermî dest bi xebatên "pasaporta aşiyê" kirin.

Di înîsiyatîfê da pêşanî ew e ku di nav YEyê da welatî bêyî sînordarkirinan bikarin di nav YEyê da bi azadane seyahet bikin. Lewra hin endamên YEyê digel biryara Yekîtiyê li sînor kontrolan dikin û digel ku welatiyê YEyê ye dikariyan mirovan ji sînor paş da vegerînin. Ji destpêka şewba Kovîd-19ê vir va gelek bûyerên ku zirarê didin fikra yekîtiyê qewimîn û vê yekê jî doza rexneyên dijî birêvebiriya YEyê zêde kiribûn. Di ser da jî kontrolên sînor ên van welatan di serî da Komîsyona YEyê xistibûn tengasiyê.

- Di pasaporta aşiyê da dê kîjan agahî cî bigirin?

Navê wê her çiqas "pasaporta aşiyê" yan jî "sertîfîkaya aşiyê" bibe jî di belgeya ku dê dîjîtal a bi koda QRê be yan jî wekî kaxizê be da agahiyên wekî ka mirov aşî bûye yan na, heke aşî bibe li ku û kîjan aşî li xwe xistiye, kesên nexweşî derbas kirine baş bûne, asta antîkoatan û encama PCRyê ya Kovîd-19ê yan jî encama testa antîjenê ya bilez dê cî bigirin.

Yekîtî wekî ku tê payîn aşiyên ku Ajansa Aşiyê ya Ewropayê pesend kiriye bi awayekî otomatîk qebûl dike. Ev aşî Pfizer-BioNTech, Moderna, AstraZenaca û Johnson&Johnson in. Lêbelê tê zanîn ku di nav YEyê da Macaristan û Slovakya aşiyên Çîn û Ûris diemilînin, Îtalya û Çekya jî van aşiyan ra deriyên xwe vekirine. Her wiha YEyê qebûla aşiyên ku ji welatên dervayî çar şirketên Rojavayî tên ji endamên xwe ra hişt.

Tê payîn ku di meha hezîranê da dest bi emilandina pasaporta aşiyê bê kirin. Lêbelê bineserketina YEyê ya di hemû merheleyên pêvajoya şewba Kovîd-19ê da pirsên wekî di wextê da negihandina sertîfîkaya aşiyê û birêvebirina pêvajoyê jî bi xwe ra tîne. Birêvebiriya YEyê par van çaxan di serî da Îtalya nekarîbû ku bersiva bangewaziyên alîkariyê yên endaman bide û hewcehiyên wekî maske, cîhaza bêhnvedanê û hewcehiyên acîl pêk bîne, digel ku bi şirketên aşiyê ra peymana 2,5 milyar dozî kir jî nekaribû ku peyda bike.

Li Ewropayê di nav hin welatan da tirsa pêla sêyemîn heye lê heke pêvajoya pasaporta aşiyê jî baş neyê birêvabirin ji bo birêvebiriya YEyê mîsogerî dê pêla rexneyê ya sêyemîn çêbe.

- Pasaporta aşiyê dê tesîreke çawa li ser welatên dervayî YEyê bike?

Fikra ku dê bi pasaporta aşiyê tenê ji bo welatiyên YEyê azadiya seyahetê bê rast nîne. Çavê Yewnanistan û Îspanyaya ku herî zêde vê sepanê diparêzin li turîstên Îngilîz e. Komîsyon wekî her pirsgirêka ku nikare çareser bike di vir da jî înîsiyatîfê ji endamê YEyê yê eleqedar ra dihêle. Her welat heke mimkûn be aşî nebe encama testa negatîf a PCRyê va dê kesên ji dervayî YEyê tên qebûl bike. Wekî di sepana berdest da endam dikarin ku ji bo welatên ji herêmên xetereya wan zêde ye sînordarkirinan bîne.

Wek encam her çiqas li YEyê pasaporta aşiyê ketibe rojeva me jî wisa tê payîn ku li gor nêrînan sepan wê li tevahiya dinyayê belav bibe. Bi şewbê ra ev teşebûsa ku piraniya me wekî teoriya komployê didît hindik maye ku bibe rastiyeke jiyana me.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.