Nûçeyên analîzê

Sedema rageşiya li ser xeta eniya di navbera Azerbeycan-Ermanistanê da û encamên muhtemel

Artêşa Ermenistanê bi çekên giran êrîşî ser Tovuz Rayona Azerbeycanê kir, ji ber vê yekê jî rojeva dinyayê ji nişka va guherî û senaryoyên wek ku wê şerên herêmî biqewimin di rojevê da cih girtin.

Abdullah Tel, Elif Irmak, Türkan Tosun, Önder Beyter, İbrahim Atmaca  | 16.07.2020 - Rojanekırın : 18.07.2020
 Sedema rageşiya li ser xeta eniya di navbera Azerbeycan-Ermanistanê da û encamên muhtemel

Istanbul

ÎSTANBUL (AA) - Artêşa Ermenistanê bi çekên giran êrîşî ser Tovuz Rayona Azerbeycanê kir, ji ber vê yekê jî rojeva dinyayê ji nişka va guherî û senaryoyên wek ku wê şerên herêmî biqewimin di rojevê da cih girtin. Di 12ê Tîrmehê da êrîşan dest pê kir û ji 15ê Tîrmehê pê va êrîşên li hemberî hev her çiqas kêm bûbûn jî tê gotin ku ji herdu aliyan jî gelek kes hatine kuştin. Cara ewil e ku generalekî Azerbeycenê di pevçûnekê da tê kuştin. Qereqolên Ermenistanê yên ku jê êrîşî Azerbeycanê kirin bi êrîşên Azerbeycanê va şewitîn. Serokê Dewleta Azerbeycanê Îlham Aliyev ewilî bi rojeva taybet Konseya Ewlehiya Taybet û rojek di pey ra jî Lijneya Wezîran kom kir û der barê êrîşên Ermenistanê da peyamên girîng da.

Berteke herî tund a li hemberî êrîşên Ermenistanê yên ser Azerbeycanê Tirkiyeyê nîşan da, Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Derva yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu êrîşên Ermenistanê şermezar kirin û xwestin ku bila dewleta dagirker li gor rê û rêzikên navneteweyî tevbigere û axa ku dagir kiriye biterikîne. Daxuyaniyên Serokomar Erdogan û Wezîr Çavuşoglu yên ji bo rizgarkirina axa Azerbeycanê ku dan û ragihandin ku bo vê mayê hewce dike wê bikin jî lazime baş bê femhkirin û îhtimal heye hemû hevsengiyên herêmê biguherîne.

Rûsyayê bangî herdu aliyan kir û ji wan xwest ku bila agirbestê bikin û ragihand ku heke hewce bike ji bo navbeynkariyê ew amade ye. Amerîka, Îngiltere û Welatên Rojavayî bangî herdu aliyan kirin û xwestin ku bila baqil tevbigerin. Pakistanê êrîşên Ermenistanê bi tundî şermezar kir. Ukrayna û Moldovayê jî ji bo îtidalê bangî herdu welatan kirin û xwestin ku bila ji bo yekîtiya axa Azerbeycanê biryarên bi jimarên 822, 853, 874 û 884an ên Konseya Ewlehiya Neteweyên Yekbûyî (KENY) yên dixwaze dagirkeriya Ermenistanê biqede û mesele li gor hiqûqa navneteweyî, rê û rêzikên navneteweyî û bi taybetî jî li gor rêzika yekîtiya axa Azerbeycanê diparêze bê helkirin. Heta ji ber vê helwesta Ukraynayê Wezareta Karên Derva ya Ermenistanê gazî Balyozê Ukraynayê yê li Erîvanê kir û di vê aciziya ji ber vê mijarê bi wan ra hat parvekirin.

- Ermenistan dixwaze Azerbeycanê provoke bike

Li gorî Azerbeycanê mayîna erdê wê (Herêma Xweser a Qerebaxa Çiyayî ya berê û 7 rayonên li kêlekê) di bin dagiriya Ermenistanê da hem dijî hiqûqa navneteweyî ye û hem jî ne li gorî kapasîteyên heyî yên herdu welatan ên di warê eskerî, dîplomatîk, ekonomîk û yên mayîn e. Wate Azerbeycan çi çaxê bixwaze dikare û mafê wê jî heye ku di çarçoveya madeya 51emîn a Peymana NYyê ya berevaniya meşrû da erdê xwe di bin dagiriya Ermenistanê da derxe.

Ermenistan vê yekê ji bo xwe nerind dinirxîne û lewma dixwaze kapasîteya Azerbeycanê ya ku her diçe zêde dibe, bi şerekî ku Rûsya jî dê beşdar bibe va sînordar bike (wekî nimûneyên Gurcistan û Ukraynayê) û her wiha seba vê armancê jî hewl dide Azerbeycanê kaşî nava provokasyonê bike. Yek ji armancên sereke yên êrîşa Ermenistanê ku li ser sînorê herdu welatan vê carê ji ciyekî cuda êrîş dike, dibe ku ev be.

Em dikarin sedemên binpêkirina agirbestê bi giştî, yên pevçûnên vê axiriyê jî bi taybetî wiha rêz bikin: Ji bo Ermenistanê derfeta jiholêrakirina encam û têkçûna psîkolojîk a şerê Nîsana 2016an çêbûye, rengvedaneke milmilaneyên polîtîkaya navxweyî ya Ermenistanê ye, îqtidar dixwaze pirsgirêkên sosyal û ekonomîk veşêre, rengvedaneke milmilaneya eskerî ya navxweyî ye, rengvedaneke pirsgirêkên di polîtîkaya derva da ye, Azerbeycanê kaşî nava şerekî (ku Rûsya jî dê ji hêla eskerî xwe bide kêleka Ermenistanê) berfireh bike da ku potansiyela wê derbeyeke mezin bixwe û hwd.

Divê mirov wê yekê destnîşan bike ku pirsgirêka Qerebaxê, pirsgirêkeke pir tevlihev e, di derketina pirgirêkê da yekane sûcdar ne tenê Rûsya ye. Lêbelê heger mirov wê yekê jî bêje ku di derketina menzereya heyî û têkçûna pêvajoya çareseriyê da rola piştgiriya taybet a vî welatî ya ji bo Ermenistanê jî heye, ev yek dê nebe gotineke xelet.

Îranê di daxuyaniya xwe ya ewil da got ku ji ber mirinan xemgîn e û ji bo agirbestê bangî aliyan kir. Lêbelê di axaftinê bi têlefonê ya wezîrên karên derva yên Azerbeycan û Îranê da piştgiriya ji bo yekîtiya axa Azerbeycanê hat gotin.

NY, Yekîtiya Ewropayê (YE), Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiyê ya Ewropayê (AGÎT) û NATO herwiha Rêxistina Peymana Ewlehiya Kolektîf (RPEK) a ku Ermenistan endam e aciziya xwe ya ji ber îxlalên agirbestê û destpêkirina pevçûnan anîn ziman. Bereksê hêviya Ermenistanê RPEKê piştgiriyeke eşkere nedayê. Teşkîlata Hevkariya Îslamê (THÎ) ji ber êrîşan Ermenistan şermezar kir û piştgirî da Azerbeycanê.

- Li Eniyê agir qet kêm nebû

Der barê sedema pevçûnên li sînor da nêrînên cuda hene. Ya rast ev pevçûn ji bo kesên ku dîroka pirsgirêkê, bi taybetî pêvajoya hatina vê astê, bi berfirehî agirbest û “pêvajoya aştiyê” ya pey ra dizanin surprîz nebû. Wekî tê zanîn di merheleya ewil a şer da Ermenistana ku amadetir bû (kadroyên bitecrûbe yên ASALAya rêxistina terorê, her wiha ji hela aborî û dîplomatîk va xwedî piştgiriyeke baş a ji derva bû) biqasî ji sedî 20ê axa Azerbaycanê dagir kiribû. Konseya Ewlehiyê ya NYyê û saziyên din ên navneteweyî dagirkirinê şermezar kiribûn û biryarên dixwestin ku demildest bê şert û merc dawî li dagirkirinê bînin hildabûn. Lêbelê Ermenistanê ne ev biryar bi cî anîn ne jî peymana agirbestê ya ku di gulana 1994an da hat îmzekirin. Ermenistanê bawer kiriye ku bi îhtîmala îşxala berfireh a mezin û êrîşa nû Azerbeycanê di bin pêkûtiyê da bihêle û bi piştgiriya eskerî ya Rûsyayê jî pêşî li teşebûsên xilaskirina axê ya Azerbaycanê jî bigire. Hema bêje hemû hêzên ku li herêmê berjewendiyên wan hene û li ser pirsgirêkê tesîra wan heye hewl dan ku jê bêçareseriyê sûd wergirtin, ji ser pirsgirêka îşxalê bi aliyan ra bazariyê bikin. Ji ber vê yeke jî pirsgirêka ji hela Ermenistanê va dagirkirina axa Azerbaycanê (bi navê kurt û tê zanîn pirsgirêka Qerebaxê) wekî gelek pirsgirêkên di erdîgariya Sovyeta bere wekî “pirsgirêkeke hatiye rawestandin” dihat binavkirin.

Bi taybetî piştî ku di sala 2008an da Rûsyayê midaxaleyî Gurcistanê kir hat dîtin ku pirsgirêkên hatibûn rawestandin di rastiyê da nehatine rawestandin û ev rewşeke bitalûke ye. Hat îdiakirin ku ji bo çareserkirina pirsgirêkan hewl wê bê dayîn. Heta wisa ku bendê bûn peymana bi navbeynkariya Rûsyayê di 2yê Mijdara 2008an da li Şatoya Meîn Dorfê ya li nêzîkî Moskovayê hatibû îmzekirin wê agirbestê biparêze. Lewra cara ewil bû ku aliyan bi belgeyeke ku Rûsyayê jî îmze kiribû va dianîn ziman ku ew dixwazin pirsgirêk bi rêyên aştiyane bên çareserkirin û ewê li gor vê tevbigerin. Lê balkêş e ku dema di navbera aliyan da hevdîtin hat kirin an jî hema piştî van hevdîtinan binpêkirina agirbestê çêbû.

Mînak di Hezîrana 2010an da, di Tebaxa 2014an da, di Mijdara 2014an da, di Çileya Pêşîn a 2015an da û hin demên din da çawa ku hevdîtinên payebilind çêbûbûna agirbest dihat binpêkirin û ji herdu aliyan jî mirî û zirar çêdibûn û senaryoyên şer dihatin rojevê. Lê piştî çend rojan dîsa rewş vedugeherî wek berê. Piştî Peymana Agirbestê ya 1994an heta niha pevçûnên herî mezin di Nîsana 2016an da çêbûn. Di wan pevçûnan da Azerbaycanê bersiv da provokasyonên Ermenistanê him qismeke axa xwe ji dagirkeriya Ermenistanê rizgar kir û him jî di vî şerê 30 salî da ji hêla hêza derûniyê bi ser ket. Ermenistan û piştgirên wê ji ber vê rewşê aciz bûn.

Ji ber vê piştî agirbesta 1994an di rastiyê da pevçûn qet ranewestiyan. Binpêkirina agirbestê jî dewam kir û herdu aliyan hevdu sûcdar kir û xwestin mîzana Gulana 1994an da li gor xwe bizivirînin. Azerbeycan li gor serê salên 1990î ji hêla eskerî, aborî û dîplomasiyê va xurttir bû. Reqam jî vê rastiyê nîşan didin.

- Ermenistan dixwaze Azerbeycanê provoke bike

Li gorî Azerbeycanê mayîna erdê wê (Herêma Xweser a Qerebaxa Çiyayî ya berê û 7 rayonên li kêlekê) di bin dagiriya Ermenistanê da hem dijî hiqûqa navneteweyî ye û hem jî ne li gorî kapasîteyên heyî yên herdu welatan ên di warê eskerî, dîplomatîk, ekonomîk û yên mayîn e. Wate Azerbeycan çi çaxê bixwaze dikare û mafê wê jî heye ku di çarçoveya madeya 51emîn a Peymana NYyê ya berevaniya meşrû da erdê xwe di bin dagiriya Ermenistanê da derxe.

Ermenistan vê yekê ji bo xwe nerind dinirxîne û lewma dixwaze kapasîteya Azerbeycanê ya ku her diçe zêde dibe, bi şerekî ku Rûsya jî dê beşdar bibe va sînordar bike (wekî nimûneyên Gurcistan û Ukraynayê) û her wiha seba vê armancê jî hewil dide Azerbeycanê kaşî nava provokasyonê bike. Yek ji armancên sereke yên êrîşa Ermenistanê ku li ser sînorê herdu welatan vê carê ji ciyekî cuda êrîş dike, dibe ku ev be.

Em dikarin sedemên binpêkirina agirbestê bi giştî, yên pevçûnên vê axiriyê jî bi taybetî wiha rêz bikin: Ji bo Ermenistanê derfeta jiholêrakirina encam û têkçûna psîkolojîk a şerê Nîsana 2016an çêbûye, rengvedaneke milmilaneyên polîtîkaya navxweyî ya Ermenistanê ye, îqtidar dixwaze pirsgirêkên sosyal û ekonomîk veşêre, rengvedaneke milmilaneya eskerî ya navxweyî ye, rengvedaneke pirsgirêkên di polîtîkaya derva da ye, Azerbeycanê kaşî nava şerekî (ku Rûsya jî dê ji hêla eskerî xwe bide kêleka Ermenistanê) berfireh bike da ku potansiyela wê derbeyeke mezin bixwe û hwd.

Divê mirov wê yekê destnîşan bike ku pirsgirêka Qerebaxê, pirsgirêkeke pir tevlihev e, di derketina pirgirêkê da yekane sûcdar ne tenê Rûsya ye. Lêbelê heger mirov wê yekê jî bêje ku di derketina menzereya heyî û têkçûna pêvajoya çareseriyê da rola piştgiriya taybet a vî welatî ya ji bo Ermenistanê jî heye, ev yek dê nebe gotineke xelet.

- Biryardariya Tirkiyeyê hevsengiyê diguherîne

Lêbelê piştî ku Tirkiye midaxilê pêvajoyê bû rewşa "ne aştî ne şer" seba her kesî, lê bi taybetî seba Ermenistan û hêzên dereke yên ku piştgiriyê didin vî welatî û li benda berjewendiya neçareserkirinê ne, bû çavkaniya rîskê. Çawa ku tê bîra me, Wezîr Çavuşoglu di 20ê hezîrana 2020î da daxuyanî dabû û di wê daxuyaniyê da jî gotibû ku Azerbeycan ji bo pirsgirêka Qerebaxê çareseriyeke çawa bixwaze em ê jî bi wî awayî ligel Azerbeycanê bin. Çavuşoglu bi vê gotinê va cara ewil di vê mijarê da helwesta Tirkiyeyê eşkere kiribû. Piştî pevçûnên ku di 12ê Tîrmehê da dest pê kir û şûnda Serokomar Erdogan û hin wezîran ev helwest bi awayê zelal û bi israr anîn ziman. Ji ber vê yekê ji aliyekê va hevsengiya eskerî, dîplomatîk û aborî ya Azerbeycan û Ermenistanê li gor salên 1990î di lehê Azerbeycanê da pir guheriye, ji aliyekê va polîtîkaya eskerî ya lebat û daxuyaniyên fermî yên Tirkiyeyê hevsengî guherandin.

Pirsgirêka ji aliyê Ermenistanê va dagirkirina axa Azerbeycanê, berê li herêmê ji bo hêzên ku li herêmê berjewendiyên wan hene û li ser welatên herêmê tesîra wan hene, weke firsendekê bû, lê êdî di hemandemê da bû çavkaniya rîskê. Ji ber vê yekê ji bo hêzên ku dixwazin ji çaresernebûna pirsgirêkên Qafqasyaya Başûr karê bi dest bixin, ji aliyê pirsgirêka Qerebaxê va rewşa "ne şer ne jî aştî" êdî weke berê kêr nayê. Heke di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da şerekî mezin derê, ji pirsgirêkên Sûriye û Lîbyayê cudatir, dibe ku hêzên mezin ên li herêmê (Rûsya, Tirkiye û Îran) zêdetir biwestîne û dibe ku ev hêz qadên xwe yên berjewendiyê yên li herêmê din ji destê xwe bikin. Ev senaryo wê kêrî hêzên girîng ên li derveyî herêmê ne were. Divê hêzên girîng ên li herêmê vê yekê bibînin û ji bo çareserkirina pirsgirêka Qerebaxê zûtirî hereket bikin. Dibe ku ev yek pirsgirêka Qerebaxê zûtirî bide çareserkirin.

[Araz Aslanliyê ku Serokê Daîreya Akademiyê ya Gumrika Dewleta Azerbeycanê ye, di heman demê da Serokê Naenda Lêkolînên Stratejîk û Têkiliyên Navneteweyî yên Qafqasyayê (QAFSAM) ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın