Qeyrana Heşdî Şabiyê ya ku li Iraqê kûr bûye dê bandoreke çawa li ser hilbijartinan bike?

Istanbul
Li Iraqê suîqesd û çalakiyên bêkontrol ên Heşd Şabiya rêxistina banî ya komên çekdar ên ku piraniya wan ji milîsên Şiî yên Îran piştgiriyê dide wan pêk tê yên dijî kesên ku di xwepêşandanên ji cotmeha 2019an va dewam dikin da derdikevin pêş gelek caran hikûmeta Bexdayê û rêxistinê tîne hemberî hev. Qasim Muslîhê ku yek ji kesên herî çalak ên Heşdî Şabiyê yên vir bû bi hinceta ku di 26ê gulanê da li Enbarê di êrîşên dijî hêzên Koalîsyona Navneteweyî û Baregeha Eyn el-Sed a ku eskerên Amerîkayê lê bi cî bûne û li Kerbelayê di suîqesdên dijî serokên xwepêşandanê da rola wî heye hat binçavkirin û ji ber vê jî rageşiya di navbera aliyan da zêdetir bû. Piştî ku Muslîh di çarçoveya qanûna têkoşîna dijî terorê da hat binçavkirin milîsên Heşdî Şabiyê Herêma Kesk a li Bexdayê ya ku tê da mîsyonên dîplomatîk û avahiyên hikûmetê hene dorpêç kir.
Mistefa el-Kazimiyê ku di gulana 2020î da hat ser peywira Serokwezîriyê di qademeyên dewletê û burokrasiya ewlehiyê ya welêt da guherînên girîng kirin. Lêbelê digel ku di serê sozên wî da cî digire jî di mijarên wekî di destê dewletê da berhevkirina çekan û ji nû va verastkiain Heşdî Şabiya ku kontrolkirina wê her ku diçe zehmet dibe da nekarî heman performansê nîşan bide û ev yek jî fikarên dê li Iraqa ku dê bikeve hilbijartinê bûyerên manend biqewimin zêde dike. Her wiha di sala borî da Kazimî ji hêla milîsan va gelek caran hat tehdîdkirin.
Baş e lê rageşiya ku di navbera hikûmetê û Heşdî Şabiyê da zêde bûye dê bandorê li ser hilbijartina pêşwext a tê plankirin ku di 10ê cotmehê da bê kirin bike yan na?
- Binçavkirina fermandarê Heşdî Şabiyê rageşî zêde kir
Piştî ku DEAŞa rêxistina terorê di hezîrana 2014an da di serî da Mûsil ji sê paran parek axa Iraqê bi dest xist li ser bangewaziya Eyatullah Elî es-Sîstaniyê ku li ser civaka şiî ya li welêt otorîteya dînî ya herî bi bandor e Heşdî Şabî hat avakirin. Heşdî Şabî di eslê xwe da her çiqas wek rêxistineke dijî DEAŞê hat avakirin jî bi demê ra bû yek ji hêmanên hêza tund ê li Iraqê ya Îranê. Heyder el-Îbadiyê Serokwezîrê Iraqê yê berê yê ku bi nêzbûna xwe ya Amerîkayê ra tê zanîn di sala 2016an da ji bo ku bandora Îranê ya li ser Heşdî Şabiyê bişkîne û rêxistinê hilde bin kontrola dewletê rêxistinê di nav Misteşariya Ewlehiya Neteweyî ya girêdayî serokwezîriyê da kir wek yekîneyeke xweser lê digel vê nekarîn pêşî lê bigirin ku Heşdî Şabî biguhere hêmaneke paralelî hikûmet û artêşa Iraqê. Digel hêza eskerî ya komên milîs ên şiî partiyên siyasî yên bi van koman ra têkildar bandora xwe ya li parlementoyê zêde kirin û bi vî awayî Heşdî Şabî û lewra jî bandora Îranê ya li welêt jî zêde bû.
Kazimî di gulana 2020an da dema hat ser peywirê di çarçoveya ji nû va verastkirina Heşdî Şabiyê da hewl da ku verastkirinên wekî hemû ofîsên rêxistinên yên li bajaran bên girtin, yekîne şûna ala û navên xwe wek tuxay û lîwa bikevin nîzama eskerî û hemû endamên rêxistinê ji fealiyetên siyasî dûr bên girtin bike. di hezîranê da bi hinceta ku bi roketê êrîşî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê kirine 14 milîsên Ketaîb Hizbullahê yên ku yek ji hêzên milîs ên şiî yên herî çalak ên li Iraqê ye û di lîsteya terorê ya Amerîkayê da ne bi destê hêzên Saziya Têkoşîna dijî Terorê ya nêzî Kazimî va hatin binçavkirin lê piştî demek kurt hatibûn berdan. Dîsa di kanûna pêşîn da milîsên Esaîb Ehlîl Heqê yên koma milîsên şiî ya nêzî Îranê ye û endamên wê bi hinceta ku bi fuzeyê êrîşî Balyozxaneya Bexdayê ya Amerîkayê ya li Herêma Kesk kirine hatibûn binçavkirin li kolanên Bexdayê xwepêşandana hêzê kiribû û ji serokên Ketaîb Hizbullahê Ebû Elî Eskerî ji bo Kazimî gotibû ku "Wext ji bo ku guhên wî wekî ya bizinan bê birîn gelekî guncav e." Bi taybetî piştî ku di rêbendana 2020î da di êrîşa asîmanî ya Amerîkayê da Qasim Silêmaniyê Fermandarê Hêza Qudsê ya girêdayî Artêşa Mihafizên Şoreşa Îranê (AMŞ) û Ebû Mehdî el-Mihendisê Alîkarê Serokê Heşdî Şabiyê yê li Iraqê hatin kuştin milîsên Îran piştgiriyê dide wan êrîşên xwe yên dijî hêzên koalîsyona navneteweyî û Amerîkayê zêde kirin û êrîşên wan bi van tenê neman. Êrîş birin ser Hewlêra paytextê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI), êrîşên dijî baregeha Başîkayê ya li Mûsilê ya Tirkiyeyê û suîqesdên dijî rojnamevan, aktîvîst û xwepêşandêrên mixalif ên li welêt helwesta hikûmeta Kazimî ya dijî komên milîs jî hişk kir.
Piştî ku Muslîhê fermandarê Heşdî Şabiyê hat binçavkirin rageşiya di navbera rêxistinê û Serokwezîr da jî zêde bû. Piştî ku Muslîh hat binçavkirin Hadî el-Amiriyê serokê koalîsyona Fetîhê û fermandarê Rêxistina Bedîrê ya alîgirê Îranê, Falîh Feyyadê Serokê Heyeta Heşdî Şabiyê û Sererkanê Heşdî Şabiyê Ebû Fedl hatin bal hev û li ser qeyrana berdest sekinîn. Ji hêla din va Qeys el-Xezaliyê serokê Esaîb Ehlîl Heqê diyar kir ku binçavkirina Qasim Muslîh ji bo paşxistina hilbijartinan û îlankirina rewşa derasayî bi armanca derxistina aloziyê hat kirin û koma milîs a Ketaîb Seyxîn eş-Şuheda jî Kazimî sûcdar kir ku îqridara xe diparêze û hewl dide ku hilbijartinan paş bixe.
Her wiha hat îdiakirin ku li Parlementoya Iraqê jî Koalîsyona Fetîhê ya Heşdî Şabî piştgiriyê didê û komên şiî yên nêzî wê teşebûsa ezilkirina Kazimî dane destpêkirin. Kazimî hember vê yekê li Kerbelayê çar birêvebirên Heşdî Şabiyê yên din jî da binçavkirin û nîşan da ku dê ji rageşiya ku bi rêxistinê ra zêde bûye zû zûka paş da gav neavêje.
- Protesto û hilbijartinên nêz bûne
Ji ber bêkarî, gendelî, kêmasiya xizmetên kamuyê, wedên ku nayên bicîanîn û nifûza Îranê ya ku li welêt zêde dibe di coteha 2019an da protestoyên ku hê jî dewam dikin dest pê kirin û ji ber van protestoyan Serokwezîr Adil Ebdulmehî ji karê xwe bû û du namzedên serokwezîriyê peywira avakirina hikûmetê îade kirin û heta roleke diyarker a protestoyan çêbû ku Kazimî bê ser peywirê. Digel şideta bêserûber ên milîsên alîgirên Îranê yên tê diyarkirin ku di maweya borî da di kuştina 600 xwepêşandêr û gelek serokên protestoyê û aktîvîstan da rola wê ya mezin heye mensûbên tevgera protestoyê gelek partî ava kirin û biryar dan ku beşdarî hilbijartinê bibin. Lêbelê piştî ku di 8ê gulanê da Îhab el-Wezniyê aktîvîst ku di rêxistinbûna protestoyên li Kerbelayê da roleke girîng lîst bi suîqesdê hat kuştin ketin pêvajoya hilbijaritnê û xwepêşandêr dîsa daketin kolanan. Xwepêşandêr bi dovîzên "Kî ez kuştim?" li Necef, Bexda, Zîqar, dîwaniye, Musenna û Babîlê daketin kolanan û piştevaniya xwepêşandêrên li Kerbelayê kirin û xwepêşandêrên ku Îranê wekî berpirsyarê suîqesdê dibîni agir bi avahiya konsolosxaneya Îranê dan.
Her wiha hin partiyên wekî Partiya Mala Neteweyî yên girêdayî Tevgera Cotmehê yên ku wek encamê tevgerên protestoyê derketin holê piştî bûyerên şîdetê yên ku li welêt zêde bûn biryara boyqota pêvajoya siyasî û hilbijartinê dan. Piştî ku tevgerên protestoyê bûn partî û serokên wan hatin kuştin ev yek wekî ku komên milîs çavê van tevgeran ditirsîne hat şîrovekirin. Ji ber ku komên alîgirên Îranê ditirsin ku dînamîzma di protestoyan da di hilbijartinan da jî derkeve holê. Êrîşên Heşdî Şabiyê yên dijî mîsyonên dîplomatîk ên Amerîkayê, hêzên koalîsyonê, baregeha Tirkiyeyê û balafirgeha Hewlêrê û sûîqesdên ku dijî xwepêşandêr, aktîvîst û rojnamevanan zêde kiriye fikarên der barê hilbijartinên nêz bûne da jî bi xwe ra tîne. Heşdî Şabî ji bo ku encamên hilbijartinê dijî komên pê ra têkildar dernekeve holê hewl dide ku dengê mixalifan xurt bike û tevgerên protestoyê bide sekinandin.
Lêbelê hilbijartinên tê plankirin ku di cotmehê da li Iraqê bên kirin wek bersiva daxwaza bingehîn a hereketa protestoyê ya demdirêj a ku dijî tesîra Îranê ya li Iraqê derdikeve tê dîtin. Ji hêla din va wekî ku di biryara boyqotê da xuya dike heke komên ku ji ber tevgera protestoyê ya navborî derketine red bikin ku tevî pêvajoyê bibin dê hêrsa li kolanan dewam bike. Heke hêrsa li kolanan bi polîtîkayên hikûmetê neyê haşkirin û çalakiyên şidetê yên Heşdî Şabiyê zêdetir bibin dê bêmemnuniyeta xwepêşandêran a ji hikûmetê bêtir zêde bibe û baweriya wan a ji pêvajoyên siyasî kêm bibe û dibe ku helwestên bêkontrol ên wekî rêxistinên wekî Heşdî Şabiyê yên parelelî hikûmetê derkevin holê. Di vê çarçoveyê da mieov dikare bibeêje ku Kazimî di bûyera Qasim Muslîh da paşda gav navêje û hewl dide ku lêpirsînê kûr bike û ev yek jî bi armanca rehetkirina kolanê ye.
Ji hêla din va heke hikûmet berpirsyarên cinayetan negire û di şopandina wan da bi ser nekeve kaosa civakî ya ku dê zêde bibe herî pêşî dê bandorî hilbijartinan bike. Hikûmet ji bo ku ji ber çalakiyên wan ên şidetê yên komên milîs wan bixe bin zextê dibe ku komên milîs ên alîgirên Îranê serî li çalakiyên şîdetê yên nû yên wekî tehdîd, êrîş û suîqesdên dijî xwepêşandêr, aktîvîst, rojnamevan û serokên siyasî bide. Herwiha di pêvajoya ku vê rageşiyê dewam dikir da di navbera salên 2014-2018an da dijî Selîm Cuburiyê serokê Sunî yê ku serokatiya parlementoyê dikir teşebûsa suîqesdê hat kirin û ev yek jî nîşan dide ku ev fikare belasebep nînin. Li Iraqê heke ji ber siyaseta berdest û qeyranên ewlehiyê hilbijartin bên paşxistin ev rewş di serî da hêzên alîgirên Îranê dibe ku partiyên kevneşopî yên li welêt kêfxweş bike.
Ji hêla din va dibe ku atmosfera hêviyê ya ku di pergala siyasî ya piştî 2003yan cara ewil ji ber ku serokwezîrekî ji ber protestoyan ji peywira xwe îstifa kir û bû sedem ku Kazimî bibe serokwezîr jî şûna xwe ji atmosfereke reşbîn ra bihêle. Heke bê bibîranîn ku Serokwezîr Kazimiyê dijî Heşdî Şabiyê helwesta herî zelal nîşan da ragihand ku dê di hilbijartinan da nebe namzed heke qeyrana di navbera Heşdî Şabî û hikûmetê da berdewam bike û çalakiyên şidetê bidomin dibe ku paşxistina hilbijartinên pêşwext çêbe. Heke Kazimî dev ji peywirê berde jî avakirina hikûmeteke nû dê bibe sedema qeyranên dirêj dewam bikin û atmosfereke bêîstiqrar a ku komên nêzî Îranê dikarin ku di siyaset û burokrasiyê da bêhesap tevbigerin û gelek bûyerên şidetê derxîne holê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.