Tirkiye, Nûçeyên analîzê

Pêşmergeyên Rojavayê ji ber PYDyê derbasî welatê xwe nabin

Pêşmergeyên ji Sûriyeyê yên ku 4 sal in li Herêma Kurdistana Iraqê perwerdeya leşkerî dibînin ji ber ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê wan ji bo xwe wek gef û talûke dibîne nahêle, vegerin welatê xwe.

19.08.2016 - Rojanekırın : 20.08.2016
 Pêşmergeyên Rojavayê ji ber PYDyê derbasî welatê xwe nabin

Arbil

HEWLÊR

Pêşmergeyên ji Sûriyeyê yên ku 4 sal in li Herêma Kurdistana Iraqê perwerdeya leşkerî dibînin ji ber ku PYDya şaxa Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê wan ji bo xwe wek gef û talûke dibîne nahêle, vegerin welatê xwe.

Kurdên Sûriyeyê yên ku piştî şerê navxweyî ya li Sûriyeyê malên xwe terikandin û xwe sipartin Dihok û Hewlêra Herêma Kurdistanê, peyra li ser telîmata Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî perwerdeya leşkerî dîtin.

Yekîneya ku di sala 2012an da bi navê "Roj" hat avakirin, peyra bi navê "Pêşmergeyên Rojavayê" tê zanîn. Yekîne ji penaberên ku fermandar û leşkeriya xwe kirine pêk tê.

- PKK, rejima Esed û Îran naxwaze derbas bibin

Pêşmergeyên Rojavayê wek hêza çekdar a Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) jî tê zanîn ku di nav Koalîsyona Neteweyî ya Hêzên Şoreşger û Mixalif a Sûriyeyê da cî digire.

Di bin banê ENKSyê da 11 partiyên siyasî yên ku ji PKK-PYDyê ra mixalif in û nêzî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku serokê wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ye, cî digirin.

Xalid Eliyê rayedarê Partiya Demokrat a Kurdistanê ya Sûriyeyê (PDK-S) ku di nav ENKSyê da ye, daxuyanî da nûçegihanê AAyê.

Elî diyar kir ku PYD naxwaze pêşermerge derbas bibin û got ku piştmêrên wê rejima Esed û Îran e.

Elî got ku eşkere ye li Sûriyeyê di navbera rejima Esed, Îran, PKK-PYD û hîzbullahê da peyman heye û wiha pê da çû: "Cihên ku di destê PYDê da ne dema hêzên pêşmerge biçin wê derê ev yek bi kêrî Îranê nayê. Lewra bi wî şeklî ji hêla eskerî va pêşiya ENKSya endamê SMDKê vebibe û tevlî wê xurtbûna siyasî jî wê pê ra bê. Ji ber vê heta ji destê wan bê ewê nehêlin ku pêşmerge derbas bibin."

Elî destnîşan kir ku pêşmergeyên rojava yên ku ev 4 sal in li bendê ne derbasî welatê xwe bibin bi hêzên koalîsyona pêşîkêşiya DYA dike ra têkilî danîn û wiha dewam kir: "Ji bo derbasbûna pêşmergeyan bi hêzên koalîsyonê yên bi pêşîkêşiya DYAyê ji bo li dijî DAEŞê têbikoşin hatibû avakirin ra têkilî hat danîn û em li bendê ne. Heke ji vê yekê encam dernekeve û PYD zextên xwe zêde bike wê demê emê jî tewdîrên nû hildin. Bila PYD me neceribîne û em jî hetanî derekê dikarin li ber xwe bidin, sebir bikin."

- Perwerdehiya eskerî ya Pêşmergeyên Rojava

Fermandarê Pêşmergeyên Rojava Mîralay Bahaddîn Tahir der heqê perwerdekirina pêşmergeyan da û ragihand ku ev nêzî 4 salan in ku li kampên eskerî yên Benîslava, Zaxo û Şêxanê perwerdehiya eskerî didome û wiha pê da çû: "Di sala ewil a ku hat avakirin da yekîneyê ewil 300 kesî qebûl kir û ev hejmar her ku çû zêde bû. Di 4 salên borî da hejmara pêşmergeyan derket 8 hezarî û ji wan ji sedî 15 jî pêşmergeyên jin in."

Tahir got wer pîlan dikirin ku pêşmergeyên perwerdeya xwe temam kirine ji bo parastina herêmên li wê derê bişînin Sûriyeyê lê belê ji ber îxtilafên bi PYDê ra ji sînor derbas nebûn û wiha axivî: "Li ser vê rewşê piştî ku DAEŞa rêxistina terorê di 10ê hezîrana 2014an da Mûsil zeft kir li herêma Kurdistanê di nav pêşmergeyan da wezîfe kirin.

Tahir diyar kir ku wezîfeya pêşmergeyên ji Sûriyeyê ya herî girîng parastina Bendava Mûsilê ye û wiha got: "Qasî 4 hezarî pêşmergeyên ji Sûriyeyê hene ku li Deşta Mûsilê sîlah hildan û tevlî operasyona dijî DAEŞ bûn. Pêşemergeyên dinî perwerdeya xwe ya leşkerî didomînin an jî navê xwe qey dikin û li hêviya dora disekinin ku bên perwerdekirin."

Tahir diyar kir ku hetanî nika di pevçûnên bi DAEŞê da da 40 pêşmergeyên ji Sûriyeyê mirin, 200 pêşmerge jî birîndar ketin û der barê perwerdeya Hêzên Taybet ên girêdayî Wezareta Pêşmergeyan a HKIyê da jî wiha got: "Nika li 3 qampan hem Hêzên Taybet hem jî şêwirmendên girêdayî koalisyona navneteweyî ya di pêşîkêşiya DYAyê da li gor şert û mercên herêmê perwerdeya ku 6 mehan ber xwe dide didin. Di perwerdeyê da ji ber DAEŞê giranî li ser şerê kûçeyan e. Bikaranîna çekên sivik û çekên giran jî tê dayîn."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.