Nûçeyên analîzê

Li Rojhilata Navîn aktorên nû yên siyaseta îtifaqan: Misir, Urdin û Iraq

Doç. Dr. İsmail Numan Telci   | 13.07.2021
 Li Rojhilata Navîn aktorên nû yên siyaseta îtifaqan: Misir, Urdin û Iraq

Istanbul

 Li Rojhilata Navîn di heyama dawîn da ji ber guherîn û veguherînên ku hem di pergala herêmî hem jî ya navneteweyî da çêbûn di asta îtifaq û hevkariyan da geşedanên nû derdikevin holê. Yek ji van geşedanên herî girîng îhtimala dibe ku têkiliyên payebilind ên ku di van demên dawîn da di navbera Iraq, Misir û Urdinê da tên kirin biguhere hevkariyeke siyasî û aborî. Misira ku di bin birêvebiriya Ebdulfetah es-Sîsî da dijwariyên aborî dikşîne, Urdina ku di demên dawîn da serokatiya wê ya siyasî ji heyamên tehdîdkar derbas dibe û Iraqa ku digel rûdanên rageşiya ji ber Amerîka û Îranê lê heye çareseriya hin pirsgirêkên wekî mezhebî, aborî û siyasî digere ji bo ku hevkariya sêalî ya navborî pêş bixin hin pêngavan diavêjin.

- Pêşaniyên aborî di serî da tên

Di vê çarçoveyê da di rojên dawîn ên meha hezîranê da di navbera Iraq, Misir û Urdinê da civîneke lûtkeyê ya nû hat kirin. Lûtkeya çaremîn a ku ji adara 2019an va tê lidarxistin ji gelek aliyan va bû hevdîtineke ku tiştên ewil qewimîn. Serokomarê Misrê Sîsî ji bo ku beşdarî lûtkeya sêalî bibe Bexdayê paytextê Iraqê ziyaret kir, ev hema bêje piştî 30 salî ji ber ku ziyareta ewil a serokekî Misrî bû nîşaneya eşkere ya pêşketina têkiliyên siyasî û dîplomatîk û girîngiya ku didin vê îtifaqa ku di van demên dawîn da derketiye holê. Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî û Serokomar Berham Salih bi hev ra pêşwazî li Sîsiyê Serokomarê Misrê û Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn kir û ev yek jî ji hêla girîngiya ku Iraq ide têkiliyên bi Misir û Urdinê ra girîng e.

Wekî di pêvajoyên hevkarî û pêkhateyên îtifaqê yên din ên li Rojhilata Navîn da ji nû va pênasekirina berjewendî û ji nû va bi cî bûna di navbera Iraq, Misir û Urdinê da jî bi geşedanên navneteweyî ra gelekî eleqedar e. Ji van geşedanan ya herî girîng rûdanên polîtîkayên Amerîkaya bin serokatiya Joe Bîden da yên der barê Rojhilata Navîn da ne. Amerîka bin birêvebiriya Bîden da şûna amûrên aborî û eskerî yên dijî Îranê dîplomaisyê tercîh dike lewra Washîngton piştgiriyê dide ku têkiliyên di navbera welatên Ereb da bên başkirin.

Lûtkeya sêalî ya di navbera Iraq, Misir û Urdinê da ji bo Qahireyê va ji gelek aliyan va girîng e. Di heyamên ewil ên salên 1990î da Misir tevî koalîsyona Neteweyên Yekbûyî (NY) ya ku Iraqê ji Kuweytê derxist bibû û têkiliyên di navbera herdu welatan da rageşî derketibû. Misir bi mitefîqê xwe Amerîkayê ra hereket kir û têkiliyên bi Iraqa ku yek ji aktorên herî girîng ên erdnîgariya Ereban e ra xiste xetereyê. Têkiliyên dualî heta ku di sala 2003yan da Iraq hat dagirkirin piranî bi awayî dewam kir. Piştî birêvebiriya Sedam Huseyînê ku di encama dagiriya Iraqê ya Amerîkayê da hat hilweşandin têkiliyên siyasî biqedeme pêş ketin û ev pêvajo ji bo pêşxistina têkiliyên aborî jî bi lez bû. Ji hêla din va Urdin jî tevî pêvajoya pêşketina têkiliyên di navbera Misir-Iraqê da bû. Her sê welat ji sala 1990an vir va û bi taybetî piştî 2003yan gelek caran der barê mijarên herêmî da guftûgoyê dikin û aborî û bazirganî yek motîvasyonên sereke yên ku van welatan nêzî hev dike derket pêş. Di navbera Qahire-Bexda û Emanê da ev nêzbûna ku ji sala 2003yan vir va peyderpey qewimî bi lûtkeya ku di tebaxa 2020an da li Emana paytextê Urdinê hat kirin va xurt bû.

Qralê Urdinê Ebdullahê 2yemîn, Sîsiyê Serokomarê Misrê û Serokwezîrê Iraqê Kazimî beşdarî lûtkeya ku li Emanê hat lidarxistin bûn. Di lûtkeyê da Misir û Urdin di asta serokomar da, Iraq jî di asta serokwezîr da hat temsîlkirin û vê yekê îradeya potansiyela hevkariyê, guftûgokirina her sê welatan û çêbûna hevkariyeke nû nîşan da. Hem potansiyela pêşketina têkiliyên di navbera her sê welatan da hem jî ji ber ku civîn der barê êrîşên Îsraîlê yên dijî Filistînê da bû sedem bê bilêvkirin ku gelo xeta Qahire-Bexdayê dê li Rojhilata Navîn li ser mijarên bingehîn bikarin qadeke nifûzê ya hevpar ava bikin yan na. Piştî lûtkeya di tebaxa 2020an da her sê welatan danezaneke hevpar weşand û hat destnîşankirin ku ji aboriyê heta ewlehiyê, ji tenduristiyê heta perwerdeyê di mijarên cuda da dê hevkarî bê zêdekirin. Ji têkiliyên siyasî û dîplomatîk wêdetir digel xeta Qahîre-Bexdayê Ammanê jî bangî Îsraîlê kir ku dev ji îlhaqa axên Filistînê berde û guh bide Teşebûsa Aştiya Ereban a ku di sala 2002yan da li Lubnanê çêbû, ji ber vê yekê jî gelekî girîng bû. Digel hewldanên ji bo xurtkirina têkiliyên di navbera xwe da her sê paytext bi hedefa ku li gel gelên Ereb jî destkeftiyên normatîf bi dest bixin der barê mijara Filistînê da helwesteke hevpar nîşan dan.

- Piştî Lûtkeya Bexdayê îhtimala hevkariya sêalî xurt dibe

Di danezana ku piştî Lûtkeya di hezîrana 2021î da li Bexdayê hat kirin hat weşandin da hat ragihandin ku ji bo xurtkirina têkiliyên aborî, tesîskirina parvekirina çavkaniyan û hecmên bazirganiyê derxînin du qatî hin pêngav hatin avêtin. Her sê serokan her wiha di têkoşîna dijî terorîzm û êrîşên sîberê da biryar dan ku kordînasyona di navbera mekanîzmayên ewlehî û îstixbaratê da xurt bikin, di mijara pêşîlêgirtina qadên fealiyeta hêmanên dijmin û derfetên çêkirina platformên çapemeniyê da hevpar tevbigerin. Serokomarê Misrê Sîsî ji xeynî lûtkeya sêalî bi Qral Ebdullahê 2yemîn û Serokwezîrê Iraqê Mistefa el-Kazimî ra hevdîtinên cuda kir. Li gor daxuyaniya Berdevkê Serokomariya Misrê di hevdîtina taybet a ku di navbera Sîsî û Qralê Urdinê hat kirin da mijarên xurtkirina têkiliyên dualî û têkiliyên aborî hatin guftûgokirin. Di daxuyaniya ku bi Serokwezîrê Iraqê ra hat kirin da jî digel xurtkirina têkiliyên bazirganî û aborî di mijarên herêmî yên cuda da jî guftûgo hatin kirin. Ev dînamîzma Sîsî tezahureke din a aktîvîzma polîtîkaya derva ya Misrê ye ku di heyamên dawîn da zêde bûye. Qahire ji bo çareserkirina dilmayînên ku di siyaseta navxweyî û aboriyê da çêbûne dixwaze ku di polîtîkaya derva da vekirinên nû tetbîq bike û normalbûna bi Tirkiyeyê ra jî di nav da bi gelek welatan ra di qadên cuda da teşebûsên hevkariyê dike.

Ev ziyareta ku Serokomarê Misirê piştî 30 salî kir ji hêla siyasî va xwedî potansiyela pêkan e ku bibe elametê gelek pêngavan. Di encama hevdîtinên siyasî û aborî yên ku dji adara 2019an vir va gelek hatin kirin da di navbera her sê welatan da xalên hevpar diyartir bûn, muhtemel e ku di çarçoveya formula qezenc bike-qezenc bike da hin tişt derkevin holê. Iraq jî tevî têkiliyan bû ku di halê hazir da di navbera Misir û Urdinê da xurt in û ev yek dibe ku wekî Qahire hewl dide ku ji û ve bibe aktorekî herêmî bê dîtin. Lêbelê dê zehf hêsan nebe ku Misir astengiyên li pêş ên ji bo ku bibe aktorekî diyarker derbas bibe.

Têkiliyên dîplomatîk ên ku di navbera hersê welatan da zêde bûn û diyalog dibe ku di çarçoveya projeya xeta neftê ya ku di demên dawîn da hin caran hat rojevê û tê plankirin ku di navbera Basra û Aqabeyê da bê çêkirin da jî encamên erênî bide. Ev projeya tê plankirin ku di navbera Iraq û Urdinê da bê çêkirin ê lêbelê ji ber pirsgirêkên ewlehiyê nekarîn ku tetbîq bikin ji hêla Misrê va wekî çavkaniyeke neftê ya potansiyel tê dîtin. Birêvebiriya Misrê sinyal da ku di dema hevdîtinên sêalî da bi awayekî ku Misrê jî tevî projeyê bibe berfirehkirina projeyê hat rojevê û mirov dikare bibêje ku bi vê projeyê va digel nêzbûna siyasî ji bo welêt hedef dike ku cihekî din a îtxalatê çêbike. Ji wê jî wêdetir Misir bi saya vê yekê ji bo berfirehkirina nifûza xwe ya li Rojhilata Navîn dê pêngaveke din biavêje.

Dema ji hêla dîokî va tê nirxandin divê neyê jibîrkirin ku paşxaneyeke vê diyaloga her sê welatan heye. Her wiha Misir, Urdin û Iraqê di sala 1989an da bi navê Konseya Hevkariya Ereban (ACC) ku Yêmena Bakur a wê heyamê jî endam bû rêxistineke hevkariya aborî ava kiribûn. Her çiqas ev teşebûs digel dagiriya Iraqê ya Kuweytê ji ber gelek sedeman demkurt be jî di vê çarçoveyê da rabirdûyeke dîrokî ya xeta Qahire-Eman-Bexdayê heye. Hevkariyên bazriganî yên dîrokî yên ku Iraqê bi taybetî bi Misir û Urdinê ra kirin ji çavkaniyên bingehîn ên motîvasyona bi zêdebûn domandina têkiliyên di navbera her sê welatan da ye. Ji hêla din va digel têkiliyên bazirganî yên bi taybetî piştî salên 1980yî pêşketina têkiliyên sosyo-çandî yên di navbera Iraq, Misir û Urdinê da jî di diyarkirina hevkariyên fikra siyasî da jî tesîr kir. Ji ber vê yekê ev nêzbûna ku ji aliyê konjonkturel va di demeke nêz da diyar bû ya rast xwedî paşxaneyeke dîrokî ye û divê ev yek neyê jibîrkirin û divê geşedanên li herêmê diqewimin di vê çarçoveyê da bên nirxandin.

[Doç. Dr. Îsmaîl Numan Telcî di mijarên siyaseta Rojhilata Navîn, şoreşên Ereban, pêvajoya şoreşê ya li Misrê û siyaseta Kendavê da pispor e û wek hîndekarê enstîtuya Rojhilata Navîn û Beşa Têkiliyên Navneteweyî ya Fakulteya Agahiyên Siyasî ya Zanîngeha Sakaryayê dixebite û di heman demê da Alîkarê Serokê ORSAMê ye]​​​​​​ ​​​​​​

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın