Li Iraqê ji ber nakokiya Sedr-Malikî hikûmet ava nabe

Istanbul
Li Iraqê 8 meh di ser hilbijartina giştî ya ku di 10ê Cotmeha 2021ê da hat kirin re derbas bû, lê ji ber nakokiya di navbera serkeftiyê hilbijartinê pêşengê Tevgera Sedr, Muqteda es-Sedr û serokwezîrê berê pêşengê Koalîsyona Dewleta Qanûnê Nûrî Malikî da lihevkirin pêk nayê û hikûmet ava nabe.
Ji xeynî Şîeyan bi heman awayî herdu partiyên mezin ên Kurdan PDK û YNK jî li ser postê serokomariyê li hev rûnanên. Lê xitimîna esil li cem Şîeyan e û pirsgirêkên di vir da bêtir kûr in. Li Iraqê piştî rûxîna rejima Sedam Huseyîn a di 2003yan da vir va ev cara ewil e ku avakirina hikûmetê evçend zêde dirêj dikişîne.
Di Meclisa Iraqê da ji ber Koalîsyona Dewleta Qanûnê ya xwedî 33 saldalye, Koalîsyona Fethê ya bi serokatiya fermandarê Heşda Şabiyê Hadî Amîrî ya xwedî 17 kursî, YNKya xwedî 18 kursî û her wiha hin parlamenterên serbixwe ku yekûna van tevan dike 120 kursî, hilbijartina serokomar tê astengkirin.
Tevgera Sedr-PDK-Koalîsyona Suniyan ji ber ku di Meclisê da nagihêjin hejmara pêwîst a 220 sandalyeyan, nikarin namzedê xwe yê serokomariyê hilbijêrin. Ji ber xitimîna pêvajoyê, ji bo hikûmetê ava bikin Sedr, heta 12ê Gulanê bo Çarçoveya Kordînasyonê, heta 15ê Gulanê jî bo komên serbixwe mawe da. Lêbelê ji ber ku di vê maweyê da jî hikûmet ava nebû, wî ragihand ku wan navber da hewlên avakirina hikûmetê û ji bo mehekê wan xwe da aliyê mixalefetê.
- Li Iraqê piştî dagirkeriyê îstiqrar pêk nehat
Li Iraqê ji dagirkeriya sala 2003an vir va di navbera 2005-2021ê da 5 hilbijartinên giştî hatin kirin. Di van hemû hilbijartinan da ji ber nelihevkirinê damezrandina hikûmetê her tim derengî ket. Li welêt piştî ku Makezagon bi referandumê hat qebûlkirin hilbijartina ewil di 15ê Berfanbara 2005an da hat kirin. Piştî hevdîtinên dûr û dirêj aliyan li hev kir û di 20ê Gulana 2006an da bi pêşengiya Nûrî el-Malikî va hikûmet hat damezrandin.
Hilbijartina duyemîn jî di 7ê Adara 2010î da hat kirin û dîsa ji ber hevdîtinên dûr û dirêj Malikî di 25ê Mijdara 2010î da cara duyemîn hikûmet damezrand. Di hilbijartina ku Nîsana 2014an hat kirin da partiyên Kurd nexwestin ku bila Nurî el-Malikî cara sêyemîn bibe serokwezîr û li ser vê Şiiyan Heyder Ebadî wek namzed nîşan dan û di 11ê Tebaxa 2014an da hikûmet hat damezrandin. Hilbijartina çaremîn jî di 15ê Gulana 2018an da hat kirin û Adil Ebdilmehdî di 25ê Cotmeha 2018an da ji Meclisê raya baweriyê hilda û dest bi wezîfeyê kir.
- Sedema neyartiya Sedr-Malikî
Di navbera Sadr û Malikî da ji ber operasyonên sala 2008an neyartiyê dest pê kir lewra Malikî di dema heyama ewil a serokwezîrtiya xwe da li bajarên başûr ên welêt li hemberî artêşa Mehdî ya girêdayî Sedr bû, emrê operasyonê da. Di operasyonên hatin kirin da bi sedan milîsên Artêşa Mehdî hatin berterefkirin û bi sedan jî hatin girtin. Ji ber vê bûyerê neyartiya di navbera Sedr û Malikî da her ku çû zêdetir bû.
Sedr di daxuyaniyeke xwe ya mehên borî da ji bo nedamezrandina hikûmetê qesta Malikî kir û got: "Nedamezrandina hikûmetê çêtir e ji wê yeka ku kesên gendelî kirine di nav hikûmetê da cî bigirin." Di axaftina xwe da Sedr komên Şiiî yên nêzî Îranê ne bi "xwe dispêrin hêzên derva" va sûcdar kir. Lîderê Şiî piştî hilbijartinên 10ê Cotmehê tevgerên siyasî yên li Iraqê ku ji ber siyaseta Îranê nêzî Tehranê tevdigerin awayek tund rexne dike.
Ji ber vê helwesta Sedr jî rewşa heyî wê di demeke nêz da çareser nebe. Lewra di Meclisê da 200 parlamenterên Koalîsyona Sedr-PDK-Sunniyan hene. Ji bo civînê pêdiviya wan bi 20 parlamenterên din jî heye. Mijara di Meclisê da qerebalixiya ji sê paran du par jî bi biryara dawîn a Mehkemeya Federal a Payebilind a Iraqê hat rojevê. Di hilbijartinên berî vê hilbijartinê da rewşeke wiha çênebûbû. Ev jî dibe sedema rexneyên ku Mehkemeya Federal ji ber bê îstiqrariya siyasî û tevliheviyê zêdetir tevî mijarên siyasî dibe. Sedr, partiyên Kurdan û Sunnî îdia dikin ku Mehkemeya Federal di binê tesîra Îranê da ye.
- Senaryoyên çareseriyê
Li Iraqê erka darazê ya herî payebilind Mehkemeya Federal e. Mehkeme li gor benda 44em a Qanûna Bingehîn ku di 2005ê da hat qebûlkirin, ava bû. Lijneya Mehkemeyê ji serok, alîkar û 7 endaman pêk tê. Ji endaman 5 kes ji Şîeyan, 2 kes ji Kurdan, 2 kes jî ji Sunniyan tên hilbijartin. Hişyar Zebariyê namzedê serokomariyê yê PDKyê ku hat vetokirin û Wezîrê berê yê Karên Derva û Darayiyê ji krîza siyasî ya li welêt Mehkemeya Federal berpirsiyar dibîne û li gor Zebarî biryarên mehkemeyê dibe sedema bêîstiqrariyê.
Li Iraqê ji bo ku krîza siyasî û xitimandin çareser bibe, ji senaryoyên ku tê payîn yek jê jî betalkirina biryara Mehkemeya Federal e ku gotibû di Meclisê da qerebalixiya ji sê paran du par divê hebe. Li gor vê senaryoyê namzedê koalîsyona sêalî wê were hilbijartin û pêşiya avabûna hikûmetê jî vedibe. Lewra vê gavê her du alî jî nikarin bigihêjin jimara 220 parlamenteran.
Vebijêrka duyem jî fesxkirina Meclisê û nûkirina hilbijartinê ye. Sedr di axaftinên xwe yên berê da ev vebijêrk destnîşan kiribû. Îhtimaleke lawaz be jî vebijêrka sêyem jî ew e ku Sedr bi grubên Şîe yên nêzî Îranê ra li hev bike. Ji ber ku Sedr bi Malikî û kesên nêzî Îranê ra koalîsyonê çênake, îhtimala nûkirina hilbijartinê zêdetir derdikeve pêşiyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.