Gelo di sala 10emîn a şer da li Sûriyeyê çareseriya siyasî pêkan e?

Istanbul
Şerê ku ji deh salan zêdetir e li Sûriyeyê dewam dike di halêhazir da gihaştiye konsolîdasyonekê û lezîna pevçûnan kêm bûye. Dema mirov li bîlançoyê dinihêre em bi tabloyeke dilsoj a ku herî kêm 500 hezar mirov mirine, bi dehan mirov seqet mane, ji serjimara kêmzêde 22 milyonî nîvî jê li nav welêt yan jî dervayî welêt ketin rewşa mihaciran ra rû bi rû dibin.
Tê zanîn ku ji sedî 25ê serjimara welêt derketiye dervayî welêt ji sedî 25ê din jî li nav welêt cî guhertiye. Bi taybetî aliyê mixalif ê Erebên sunî yên ku ekseriyetê pêk tînin, qismekî Kurdan û kêmneteweyên cuda yên dînî-etnîk welat terikandine. Ango bi giştî rejim ji aliyên mixalifê xwe xilas bûye û paqijiyeke demografîk hatiye kirin. Her wiha herî kêm zirareke herî kêm bihayê 100 milyar dolarî heye û bajarên bazirganî û pîşesaziyê yên herî girîng serobino bûne.
Ji aliyê din va artera sereke (xeta rêya M4ê) ya ku Heleb, Hama, Hums, Şam, Deraya bajarên mezin ên welêt li serê cî digirin û Lazqiyeya li perava Behra Spî ku ji Heleb bi rêya M5ê digihêjinê, Tartus û Banyas ji hêla Rûsya û rejima Esed a bin mandaya Îranê da tê kontrolkirin. Li rojhilatê Feratê serdestiya PYD/YPGya Amerîka piştgirê wê ye heye. Li bakurê Sûriyeyê jî komên mixalif ên Tirkiye piştgiriyê dide wan birêvebiriyê tedvîr dikin.
Ji bo çareseriya siyasî hem ji Cenevreyê hem ji Astanayê hem jî ji hevdîtinên destûra bingehîn hêvî tê kirin. Baş e lê gelo ji vê tabloyê çareseriya siyasî derdikeve? Rêya herî hêsan a diyarkirina vê yekê ji analîzkirina pozîsyona dewlet û komên ku di mijara Sûriyeyê da tesîra wan heye derbas dibe.
Pozîsyona Rûsyaya ku di pirsgirêka Sûriyeyê da dewleta herî çalak û hêzdar e xwe dispêre wê yekê madem ketiye destê wê bila rejima Esed a qels dewam bike û ji axa Sûriyeyê çiqas ji dest tê pareke mezin hilde. Ji xeynî vê zehf fikarên Rûsyayê ji bo dahatûya aborî û gelê Sûriyeyê tune. Helwesta rejima Îranê jî nêzî ya Rûsyayê ye. Îran jî dixwaze ku rejima Esed dewam bike û dixwaze ku ji ser Iraq û Sriyeyê tesîra wê ya heta digihêje Lubnanê dewam bike. Mînanî Rûsyayê tu fikarên wan jî ji bo rewşa gelê Sûriyeyê tunene.
Rejima Esed ku ketiye bin mandaya Îranê bi taybetî jî ya Rûsyayê, nîvê serjimara û axa wê ji dest derketiye her çiqas li rojavayê Feratê di nav zîletê da be jî biryardar e ku serdestiya xwe bidomîne. Heke derfet çêbe dixwaze ku bi piştgiriya piştevanên xwe va hem li bakur hem jî li rojhilat bêtir axê bi dest bixe. Bi tu awayî naxwaze ku mixalif vegerin axa Sûriyeyê. Rewşa xirab a gelê Sûriyeyê yê di bin birêvebiriya wê da wê gelekî eleqedar nake.
Amerîka bi hinceta şerê dijî DEAŞê li pey wê yekê ye ku li rojhilatê Feratê dewletokeke PKKyê ava bike. Bi vî awayî dixwaze ku li Rojhilatê Navîn di nav behra etnîk a Ereb û Farisan da dewleteke PKKyê ya sekuler a girêdayî xwe ava bike û vê bi birêvebiriya herêmî ya li Iraqê ra bike yek. Di planê da bi kantonên qaşo yên ku li bakur hatin avakirin va gihaştina Behra Spî hebû lêbelê dema ku herekatên dersînor ên Tirkiyeyê pêşî li vê girt mecbûr man ku PKK/PYDya ku piştgiriyê didinê vekişin başûr, li Reqa û Dêrazora ku lê Erebên sunî dijîn. Berî şer serjimara Kurdan ji serjimara Sûriyeyê tenê ji sedî 10 bû, lê niha PKKya Amerîka piştgirê wê ye ji sedî 30ê axa Sûriyeyê bi dest xistiye. Amerîka bi vî awayî plan dike ku hem teşekûleke sekuler a ku dê bi Îsraîlê ra bibe mitefîq ava bike hem jî armanc dike ku dema hewce bike dewletên Tirkiye, Îran û Ereb tedîb bike. PKK/PYD jî hesabê dike ku bi piştgiriya Amerîkayê va li herêmê dewletekê ava bike, heke ev yek mimkûn nebe qet nebe ji xweseriyê razî bibe.
Pozîsyona Tirkiyeya ku di pirsgirêka Sûriyeyê da piştî Rûsyayê wekî welatê herî girîng e ya herî îdeal e; lê di heman demê da ya pêkanîna wê herî dijwar e. Tirkiye dixwaze ku rejima Esed (û malbata wî) xilas bibe û mihacir vegerin welatê xwe û di hilbijartinên serbest ên dê bên kirin da kî qezenc dike bila bike ew birêvebiriyê hilde dest û Sûriyeyeke unîter dixwaze. Pozîsyona mixalifan jî gelekî nêzî ya Tirkiyeyê ye. Ew dixwazin ku Esed biçe, hilbijartinên demokratîk bên kirin û dewleteke unîter bê teşekûlkirin.
Îsraîl jê ji mayîna Esedê qesl û plana li rojhilatê Feratê avakirina dewleteke Kurdan gelekî memnûn e. Wekî Amerîkayê ew jî dijî Tirkiye, welatên Ereb û Îranê piştgiriyê dide teşekûleke wiha. Car carna dema ku milîs ji bo wê dibin tehdîd bi çavgirtina Rûsyayê va hedefên Îranê bombebaran dike û berhewa dike.
Heke em berhev bikin wekî ku Sûriye bi awayekî fiîlî bûye sê parçe welatên ku parçeyeke çareseriya siyasî û hevdîtinên siyasî ne jî bûne sê kom: Li aliyekî rejima Esed, Rûsya û Îran heye, li aliyê din Amerîka, Îsraîl û PKK/PYD, li aliyê din jî Tirkiye û mixalif hene. Baş e lê gelo çareseriyeke bi Esed ra ya ku ji xeynî mixalif û Tirkiyeyê kom û dewleên din dikarin qebûl bikin pêkan e yan na?
Heta ku Esed hebe gelo dê 11milyon mirovên ku li nav welêt cî guhertine yan jî derketine dervayî welêt û mixalif dê bikarin vegerin? Rejima Esed dê teqîbata van mirovan neke? Heke mabe dê mal û milkê wan paşda bide? Dê bikaribe zirara 100 milyar dolarî telafî bike û aboriya welêt vejîne? Rûsya û Îran dê bikaribin van zirarên aborî pêk bînin? Gelo dê Îran û Rûsya rê bidin ku Esed biçe? Heke em nikarin bersiva "erê" bidin van pirsan gelekî dijwar e ku mirov bibêje çareseriyeke bi Esed va maqûl û muhtemel e. Ji aliyê din va PKK/PYDya ku di bin himayeya Amerîkayê da xweserî bi dest xistiye û armanca wê avakirina dewletekê ye û Amerîkaya piştevanê wê dîsa di bin rejima Esed da xweser jî be dê ji bo hevrayiyekê razî bibin?
Heke mirov bifikire ku Tirkiye û mixalif bi temamî dijî rejima Esed in gelo ji maseyeke ku berjewendiyên wan li hev nakin heta ev kom pozîsyonên xwe neguherînin çareseriyeke siyasî dibe derkeve? Di ser da jî heke rastiyek be ku bajarên mezin ên li rojavayê Feratê ji hêla xurek, av û vejenê va mixtacê yên li rojhilatê Feratê ne, yên li rojhilatê Feratê jî bi armanca ku çavkaniya madî bi dest bixin mecbûr in ku van berhemên di destê xwe da bifroşin bajarên mezin ên li rojavayê Feratê gelo dibe ku Rûsya û Amerîkayê bi awayekî "rojava ji te ra, rojhilat ji min ra" li hev kiribe?
Bereksê mînakên Iraq û Lubnanê wekî ku Tirkiye jî dixwaze ji bo Sûriyeyeke unîter çareseriya tek û îdeal Sûriyeyeke ku li ser bingeha welatîbûna Sûriyeyê destûreke bingehîn ya ku xwe naspêra cudahiyên mezhebî û etnîk û Sûriyeyeke yekgirtî mimkûn e?
Heke em nikarin bersiva "erê" bidin pirsên jorê heta alî pozîsyonên xwe neguherînin senaryoya herî baş a muhtemel encama destûra bingehîn û birêvebiriya wekî Iraqê derdikeve ku rewşa Iraqê jî li holê ye. Em wekî her dem nivîsa xwe bi gotineke dawîn xilas bikin: "Şûşa bişkê nacebire".
[Prof. Dr. Cengîz Tomar wekî Wekîl Rektorê Zanîngeha Tirk-Qazax a Ehmed Yesewî peywirê dike]
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.