Nûçeyên analîzê

Di 2022yan da têkiliyên Tirkiye-DYAyê: Koma Xebatê ya Hevpar û Hilbijartinên Kongreyê ya DYAyê

Yunus Emre Erdölen   | 04.01.2022
 Di 2022yan da têkiliyên Tirkiye-DYAyê: Koma Xebatê ya Hevpar û Hilbijartinên Kongreyê ya DYAyê

Istanbul

 Yunus Emre Erdolenê li Zanîngeha New Yorkê perwerdeya lîsansa bilind dibîne li gor geşedanên dawîn têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê ji bo Maseya Analîzê ya AAyê nirxand.

***

Rojên derbasbûyî Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Amerîkayê Joe Bîden ji bo ku di navbera herdu welatan da mekanîzmayeke hevpar ava bibe li hev kirin, Wezareta Karên Derva der barê vê mijarê da nameyek şand.

Hê bi raya giştî ra nehat parvekirin ku ev mekanîzmaya hevpar wê çawa bixebite, lê Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin daxuyand ku di navbera herdu welatan da sê mijarên sereke hene ew li ser hev nakin ku ew jî rêxistinên Terorê PYD/YPG û FETO û S-400 in.

Baş e, ev mekanîzmaya hevpar wê di sala 2022yan da wê tesîreke çawa li ser têkiliyên Tirkiye-Amerîkayê bike? Ferqa vê û mekanîzmayên hevpar ên berê çi ne? Girîngiya rewşa hundir ya Amerîkayê, bi taybetî Kongreya Amerîkayê û hilbijartinên 2022yan di vê pêvajoyê da çi ye?

- Piştî Trump polîtîkaya derva ya Amerîkayê

Ev mekanîzmaya hevpar di dema Serokê Amerîkayê yê Berê Donald Trump da jî hatibû rojevê, lê negihîştibû encamekê. Di dema Trump da polîtîkaya derva eşkere nebû, endamên kabîneyê her tim dihatin guherandin, bi kadroyeke hindik va biryarên ne rasyonel dihatin dayîn ku ev mekanîzmaya hevpar jî ne mumkin bû baş bi rê va bê birin. Di heyama Bîden da dîplomatên xwedî tecrube yên der barê argumanên Tirkiyeyê û pirsgirêkan da xwedî agahî ne dest bi wezîfeyê kirin. Piştî vê li Qesra Spî polîtîkayeke derva ya maqul dest pê kir.​​​​​​​

Bi serdema Bîden va polîtîkaya Amerîkayê ya derva ne bi wan tweetên ku nişkêva dihatin nivîsîn û tê da gelek xeletiyên rastnivîsê hebûn, lê bi civînên çapemeniyê yên Wezareta Karên Derva û raporên polîtîkaya derva yên bi hûrgilî va hat îlankirin. Pêvajoya kemilîna polîtîkayê ya li Qesra Spî berî ji rayagiştî ra were ragihandin, bi destê medyaya navendî tê nivîsîn û lewma jî berî daxuyaniyên bo rayagiştî, ew yek bêtir xwe nîşan dide bê ka dê çi bibe.

Polîtîkaya derva ya rêveberiya nû ya Amerîkayê tesîrê li peywendiyên Tirk-Amerîkan jî dike. Nexasim di aliyê din ê mekanîzmaya ku dê were damezirandin da bereksê serdema Trump, rêveberiyeke Amerîkayê heye ku mirov dikare texmîn bike dê di qonaxeke din da kîjan argumanan biparêze û gelo mirov dikare li hev bike yan na. Naverok li aliyekî, karkirina mekanîzmayê ya bi awayekî rêkûpêktir, wê îhtimalê jî zêde dike ku peywendî jî dê rêkûpêktir bimeşin.

- Peywendiya di navbera Kalin û Sullivan da

Di serdema nû da di peywendiyên dualî da herdu navên ku derdikevin pêş, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Şêwirmendê Ewlekariya Neteweyî ya Amerîkayê Jake Sullivan e. Ev yek jî der heqê pêvajoya mekanîzmayê da fikrekê dide mirov. Kalin û Sullivan du kesên xwedî tecrube be ne ku bi salan e digel serokên welêt kar dikin, der heqê peywendiyên dualî de ji bo rayagiştî nêrînê eşkere dikin. Kalin Sullivan nexasim piştî hevdîtinên Erdogan û Bîden, bi navberên diyar bi têlefonê diaxivin, li ser mijarên berfireh ên wekî Ukrayna û Lîbyayê radiwestin. Ev yek jî nîşan dide ku şansê mekanîzmaya hevpar zêdetir e ku bi awayekî berfireh û sîstematîk bişixule.

Mijarên li ser li hev nakin hatin veqetandin, mijarên li ser li hev dikin pêş ketin, veqetandin li gor rêgezên mizakereyan pêş da hatin eşkerekirin, bi vî awayî bingeha lazim dike hat avêtin.

- Lihevkirin jî lihevnekirin jî mimkun e

Xêncî sernavên Kalin anî rojevê, mijarên wekî Lîbya, Sûriye, Behra Sipî ya Rojhilat, Ukraynayê di hevdîtina Erdogan-Bîden da hat rojevê û mimkun nîne ku di demeke kin da di van mijaran da bingeha lihevkirinê derkeve holê. Lêbelê avakirina mekanîzmaya hevpar a li bingeheke saxlem dewam dike jî dikare pêşî li kirîzên lihevnekirinê bibire. Bi vî awayî herdu welat di mjarên bingeha lihevkirinê fireh ên wekî Efxanistan û Ukraynayê da têkiliyên dualî pêş bixin.

Rêveberiya Bîden xwedî helwesta berjevendiya ne ku bi mitefîqan ra têkiliyan xirab neke û pirsgirêkan mezin neke. Bi taybetî di her mijarê da hevpar nebe jî di mijara Çînê da ji bo îtifaqeke berfireh ava bike rêveberiya Bîden hewl dide û Hindistan û Filipînê ra modela têkilyeke baş ava bike. Bîden Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modiyê berê bi çalak piştgirî dida rêveberiya Trump li Qesra Sipî xiste mêvan, li berevajiyê temeniya gelek siyasetmedarên demokrat tevgeriya, bi Modî ra têkiliyeke giran danî. Bîden rexneyên di heyama hilbijartinê da li Erebistana Siûdî dikir jî avêt pişt gohên xwe polîtîkayeke ji bo encamê nîşan da. Ji ber vê heke di pêvajoya mekanîzmaya hevpar da di çarçoveya têkiliyên Tirkiye û Amerîkayê da havên berbiçav ên hevkariya kar derkevin holê ew ê pêşî lê bibire ku lihevnekirênên herdu welatan venegerin krîzê.

- Gelo encama ewil a mekanîzmaya hevkar Ukrayna ye?

Kalin di daxuyaniya da Ajansa Anadoluyê da got ku li ser Ukraynayê sekinîn gelek girîng e. Lewra Tirkiye welatê ku him bi Ukraynayê ra û him jî bi Rûsyayê ra têkiliya wî baş e û heke wezîfeyeke navbeynkariyê bê dayîn Tirkiyeya endamê NATOyê ye wê li ser yekîtiya axa Ukraynayê bisekine. Rêveberiya Bîden di Lûtkeya Demokrasiyê ya serê Rêbendanê organîze kir da vexwendname ji Tirkiyeya hevalbendê NATOyê ye ra neşandibû. Di dema organîzekirina Lûtkeya Demokrasiyê da li Lijneya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî ji ber dagirkirina Kirimê hilbijartin hat kirin û Ermenistana hatibû vexwendin û Sirbistan, Çîn, Rûsya û Koreya Bakur bi hev ra tevgeriyan lê Tirkiyeya ku gazî nekiribûn li gorî berjewendiyên Ukraynayê ray da. Ev tevger ji aliyekî va rewşa têkiliyên dualî û çewtiya Amerîka di navê da ye awayek zelal raxist pêş çavan. Herdu welêt heke ji van nakokiyan xilas bibin ji ber endamtiya Tirkiyeyê ya NATOyê, tevgera wê ya li dijî dagirkirina Kirimê û SÎHAyên ji alî Ukraynayê va tên kirîn jî dema bên tevkirin ev yek ji bo pêşvebirina hevkariyê wê bi kêr bên.

- Gelo bi tenê sazîkeriya hevkar bi kêr tê?

Ji bo lihevkirinê bi tenê sazîkeriya hevkar a di navbera herdu rêveberiyan têrê nake. Lewra rakirina mueyîdeyên ji ber mijara S-400î, sepandina mueyîdeyên nû neyên danîn û yan jî Tirkiye ku ji bernameya F-35an hat derxistin û tevlî nûkirina 80 heb seriya Blok 70yî yên F-16an û 40 heb seriya Blok 70yî yên F-16an kirînê divê bê bicîanîn û lazim e Kongreya Amerîkayê di vê mijarê da bê qanîkirin. Lê Kongreya Amerîkayê di mijara Tirkiyeyê da heta bêjî neyînî difikire û bi taybetî jî Serokê Komîteya Têkiliyên Derva yê Senatoyê Senator Bob Menendez di mijarên der heq Tirkiyeyê da daxuyaniyên tund dide.

Lazim e Tirkiye him di kongreya heyî da hêza xwe ya lobiyê xurt bike û him jî di hilbijartinên navber ên 2022an da ji bo rewşa nû ya ku dibe serdestiya Komarparêzan derbikeve pêş da xwe amade bike. Divê ji niha va têkilî bên danîn, endamên kongreyê yên ciwan ên ku hê xwedî kêm tecrube ne bên şopandin û bi kesên wek Jim Rischê ku heke Komarparêz bi ser bikevin dibe bibe Serokê Komîteyê ra ji niha va têkiliyên xurt û baş bên danîn. Bi vî awayî li hemberî pirsgirêkên ji kongreyê derkevin tevdîr dibe bên hildan û ji van yekan xilas bûn wê hêsantir be.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.