Nûçeyên analîzê

Daxuyaniya Bîden a li ser bûyerên 1915an gelo divê çawa were nirxandin?

Prof. Dr. Yıldız Deveci Bozkuş  | 27.04.2021 - Rojanekırın : 28.04.2021
 Daxuyaniya Bîden a li ser bûyerên 1915an gelo divê çawa were nirxandin?

Istanbul

 Joe Bîden di 20ê rêbendanê da hat ser wezîfeya Seroktiyê û têkiliyên Amerîka û Tirkiyeyê hema bêje derbasî heyameke din bûn. Dihat zanîn ku di navbera herdu welatan da li ser gelek mijaran nêrînên cuda hene û ji wan hinek ev in: Ji projeya F-35ê derxistina Tirkiyeyê, mueyîdeyên CAASTAyê, meseleya S-400ê, tetbîqata hevpar a Amerîka û Yewnanistanê, geşedanên li Qerebaxê, peymana parastinê ya Îsraîl û Yewnanistanê, Amerîkayê firotina sîlahan a Qibrîsa başûr û Qismê Rûman serbest kir, mijara FETOyê, geşedanên li bakurê Iraqê û Lîbyayê. Lêbelê dîsa jî nedihat texmînkirin ku Bîden derdekî din jî lê zêde bike û têkiliyan têxe zorê. Bîden ji bo bîranîna bûyerên 24ê nîsana 1915an peyam weşand û ji bo bûyeran got "nijadkujî".

Nedihat texmînkirin ku Bîden şaşiyeke wiha dîrokî bike, dema hatibû ser wezîfeyê demeke dirêj bi Tirkiyeya mitefîqê NATOyê ra têkilî daneynîbû û vê jî nîşan dabû ku di navbera herdu welatan da pirsgirêkek heye. Piştî peyama Bîden a 24ê nîsanê Tirkiyeyê David Satterfieldê Balyozê Enqereyê yê Amerîkayê gazî Wezareta Karên Derva kir û berteke mafdar a xwe nîşan da. Wezareta Karên Derva wekî mayîn daxuyaiyeke nivîskî da û diyar kir ku gotina Bîden a dibêje "nijadkujî" qebûl nakin û şermezar dikin.

- Di dayîna biryara 24ê Nîsanê da çi bi tesîr bû?

Cara ewil di sala 1981ê da Ronald Reagan ê Serokê Amerîkayê wê demê bûyerên 1915an wek jenosîd binav kir û piştî wî jî Joe Bîden heman tevger nîşan da û di dayîna vê biryarê da gelek sedem hene. Lê di vê meseleyê da tevlî daxuyaniyê mijara herî girîng ew e ku bûyerên 1915an kirin qurbana berjewendiyên siyasî yên hundir û dervayî welêt û ketin rêyeke wisa ku vegera wê ne mimkun e. Biryara 24ê Nîsanê ya Amerîkayê di rojên pêş me da wê li ser têkiliyên Tirkiye-Amerîka û Tirk-Ermeniyan wê awayekî pir cidî bi tesîr be. Gelo çi qewimî ku Amerîkaya hersal “Meds Yeghern”ê ku wek "bobelata mezin" bi nav dikir di 24ê Nîsana 2021î da wek "jenosîd" bi nav kir?

Di vê mijarê da divê bi taybetî meriv balê bikşîne ser hewlên Nancy Pelosî ya Demokrat a Seroka Meclisa Nûneran û Kamala Harrîs a Alîkara Serok. Her kes dizane ku him li Amerîkayê û him jî li çar aliyê dinyayê dîasporaya Ermeniyan him ji bo bûyerên sala 1915an û him jî di gelek mijarên din da bi salan e dixebitin. Divê neyê jibîrkirin ku dîasporaya Ermenî tevlî hêza xwe ya siyasî ya li hundir û derva ew bi hêza xwe ya di qada aboriyê da jî xurt e. Tê dîtin ku him di îfadekirina Bîden da û him jî qeweta di nav siyaseta hundir a li ser Harrîs û Pelosiyê da hêza aboriya dîasporaya Ermeniyan nîşan dide ku di vê mijarê da bi tesîr bûne.

Li Amerîkayê berê jî ji 50 eyaletan di 49an da Kongre û Senatoyê biryar dabû ku bûyerên 1915an wek komkujî bê binavkirin. Lê Bîden di siyaseta navxweyî da dema hilbijartinê soz dabû lobiya Ermeniyan ku tesîra vê zêde ye ku ev biryar bê dayîn. Di çapemeniya Amerîkayê da her çiqas ev mijar wek "Bîden girîngiyê nîşanî mafên mirovan dide" bê nirxandin jî tesîra berjewendiyên siyasî yên navxweyî li ser vê biryarê zêde ye. Heke bi vî çavî mesele bê nirxandin biryara Amerîkayê ya li hemberî Tirkiyeyê bû sedem ku têkiliyên di navbera herdu welatan da zirarê bibînin.

Geşedanên di dema Şerê Qerebaxê da çêbûn jî mijareke din a girîng e ku bû sedem ev biryar bê dayîn. Wek ku tê zanîn Amerîka di Koma Mînskê ya Teşkîlata Hevkariyê û Ewlehiya Ewropayê (AGÎT) da cih digire. Lê ev sî sal e ku ji bo çareserkirina pirsgirêkê tu tiştek nekiriye û pirsgirêk nehat çareserkirin. Dema Şerê Qerebaxê Amerîka zêde tevî mijarê nebûbû, diyasporaya Ermeniyan ji ber vê rewşê aciz bûbû. Amerîkayê hilbijartinên serokatiyê wek hincet nîşan dabû û gotibû ji ber wê ew polîtîkaya bêalîbûnê dimeşîne. Lê dihat zanîn ku ew ji ber encama polîtîkayên Rûsyayê li dervayî mijarê mayE. Amerîkayê di şer da piştgirî neda Ermenistanê lê bi vê daxuyaniyê va dikare bê gotin ku "deynê xwe" da.

- Gotinên ku di nameyê da tên çi meneyê?

Divê meriv lê binihêre bê ka gotinên ku Bîden di nameyê da nivîsîne tên çi meneyê. Di daxuyaniyê da bi taybetî li ser "Dewleta Osmaniyan" sekiniye û her çend xwestibe bide nîşan ku ev yek Komara Tirkiyeyê eleqedar nake jî, gotinên "ji bo ku zilmên bi vî rengî cardin dubare nebin, em cardin teahud dikin" jî hatine gotin û ev di vê çarçoveyê da nakokiyê çêdike.

Her wiha bikaranîna gotina “Konstantinapol”ê û dîroka 1915ê ji aliyê hin kesan va wisa tê şîrovekirin ku li gor hesasiyetên Tirkiyeyê hatiye nivîsîn, lê ev jî eleqeya xwe bi rastiyê tuneye. Di vê nameyê da ya girîng ew e ku peyva nijadkujiyê hatiye bikaranîn. Her wiha em ji bîr nekin ku kadroyên ku di avakirina Komara Tirkiyeyê da cih girtine, qismekî wan ê mezin ji rewşenbîrên Tirk yên çalak yên dewra dawîn a Dewleta Osmaniyan pêk dihatin. Ji ber vê yekê rast nîne ku dibêjin di nameyê da "Amerîka Tirkiyeyê sûcdar nake, Osmaniyan sûcdar dike". Ev helwest konetiya dîplomasiyê nîşan dide. Her çend Amerîkayê bi vê nameyê va îma kiriye ku ew Komara Tirkiyeyê sûcdar nake, lê ev helwest rastiyê nade nîşan. Lewra hem wek dîrokî hem wek hiqûqî Komara Tirkiyeyê berdewama Dewleta Osmaniyan e. Di daxuyaniyê da şûna Stenbolê navê Konstantinapolê hatiye bikaranîn û ev jî di vê çarçoveyê da mijareke bipirsgirêk e.

- Divê helwesta Ermeniyên Tirkiyeyê çawa bê şirovekirin?

Di serî da Hrant Dînk baş tê zanîn ku Ermeniyên Tirkiyeyê naxwazin bûyerên 1915an wek amûreke siyasî bên emilandin. Daxuyaniya dawîn ya Sahak Maşalyanê Patrîkê 85an yê Ermeniyên Tirkiyeyê zehf girîng e. Gotina Maşalyan ya “Ji ber ku êşa gelê me û bîrdariya pîroz ya ecdadê me li hin dewletan dibe amûreke polîtîkayên rojane em zehf xemgîn dibin" di vê çarçoveyê da zehf girîng e.

Maşalyan di daxuyaniya xwe da dibêje “Ji ber ku 10 sal e ev mijar tê rojeva parlementoyê rageşî çêbûye, ev feydeyê nade nêzîkbûna herdu gelan, berevajiyê vê hestên neyartiyê sor dike û aştiyê bi derengî dixe", ev jî nîşan dide ku ji bona çareseriya meseleyê divê bi Ermenistanê ra pêwendî asayî bibin.

[Prof. Dr. Yildiz Devecî Bozkuş hîndekara Zanîngeha Enqereyê ye]

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.