Serokomar Erdogan: "Em ê pêşî armanca Tirkiyeya Bêteror û paşê jî ya Herêma Bêteror bi cî bînin"

Ankara
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Em ê pêşî armanca Tirkiyeya Bêteror û di pey ra jî armanca Herêma Bêteror bi cî bînin, rihê şehîdên xwe şa bikin û nîşan bidin ku fedekariya wan badilhewa nîne."
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan diyar kir ku wê pêşî armanca xwe ya Tirkiyeya Bêteror û di pey ra jî armanca xwe ya Herêma Bêteror bi cî bînin, rihê şehîdên xwe şa bikin û nîşan bidin ku fedekariya wan badilhewa nîne û wiha dewam kir, "Di xebatên Tirkiyeya Bêteror da tu gaveke ku xatireya şehîdên me pêpes bike û ruhê wan biêşîne, tuneye û nabe. Em hêvî dikin ku ev pêvajoya xêrê nîvco nemîne, bi destê hêz û derdorên tarî sabote nebe û di demeke kin da bi serkeftî encam bide."
Erdogan diyar kir ne tenê eraziyên xwe yên çandiniyê, li ser rûyê dinyayê hêzeke ku bihusteke axa wan teslim hilde, tuneye.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe ra rexne li CHPyê kir û wiha got, "Partiya Gel a 100 salî bûye partiya xeracê. Di encamê da bi sedan mexdûr naçar dimînin û berê xwe didin darazê. Wekî her tiştên ku destê xwe davêjinê, peqleweya ku li welatê me marqeya herî meşhûr e jî herimandin. Peqlewe bû qurbana herî dawîn a hişmendiya CHPyê. Rêvebiriya CHPyê ji bo ku ji partiya wan e, ji diz û sextekaran ra çavên xwe digire, lê saziyên dewletê tiştekî wiha nakin. Heger we şaredariyên ku gel emanetî we kiriye mîna malê mîrateyê emilandibe û pereyê gel biribe, li qisûrê mêze nekin, hûn ê li ber darazê hesab bidin."
Erdogan der barê bangên ji bo hilbijartina berwet da wiha axivî, "Dibe ku xeyala we be ku hûn li ser salnameyê tiliya xwe bidin ser rojeke yekşemê û bibêjin 'bila di vê dîrokê da hilbijartin be', lê di rojeva gel û siyasetê da ev tuneye. Makezagon û Qanûna Hilbijartinê neguheriye, hilbijartina Serokomarî û parlamenteriyê wê di 2028an da hilbijartina îdareyên herêmî wê di 2029an da were kirin Bay Ozgur. Heke hûn dixwazin Komarê veguherînin projeyekê û tê da dizên xwe yên ku li ber hiqûqê hesab didin têxin parlamenter û ji darazê birevînin, milet destûrê nade vê yekê."
Serokomar Erdogan destnîşan kir milet di hilbijartina herî dawî da ji sedî 52,18an va 5 sal wezîfeya birêvebirina welêt daye AK Partiyê û wiha dewam kir, Bi destûra Xwedê em ê vê maweyê heya dawiyê bi kar bînin. Karê AK Partiyê bi CHPya ku mîna lavlavkê bi rişwet, gendelî û diziyê geriyaye ra tuneye. Karê kê bi wan ra hebe karê me bi wan ra jî tuneye. Her dem di serî da mafê milet tê, parastina beytulmala ku heqê sêwiyan tê da heye esas e. Me di vê mijarê da tewîz neda tu kesî, em nadin jî."