Dinya

Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye zarokeka din jî ji birçîna mir

Mehmet Nuri Uçar  | 01.09.2025 - Rojanekırın : 01.09.2025
Li Xezeya ku Îsraîlê xela lê ferz kiriye zarokeka din jî ji birçîna mir

Istanbul

Li Xeta Xezeyê ya ku ji ber êrîş û dorpêça Îsraîlê xela lê heye, zarokeka din jî ji birçîna mir.

Li gorî çavkaniyên Nexweşxaneya Şehîdên El-Eqsayê li Xezeyê, zarokeka bi navê Şeyma el-Eşram ji ber siyaseta birçîbûnê ya Îsraîlê û negihîştina xizmetên tenduristiyê yên ku hewce dikin, li nexweşxaneyê mir.

Li Xezeya ku Îsraîl lê êrîş û dorpêça xwe dijwartir dike, mirinên ji ber birçîbûnê zarok û mezin jî di nav da, her ku diçe zêdetir dibe.

Bi hezaran TIRên alîkariya mirovî li Deriyê Sînor ê Refahê yê li aliyê Misrê tên rawestandin. Îsraîl tenê destûrê dide ku alîkariyereke sînorkirî bikeve hundir.

Her çiqas Îsraîl îdîa dike ku ew ji ber sedemên mirovî destûrê dide alîkariyê jî, hikûmeta Xezeyê jî dibêje alîkariya ku digîhêje wan tenê teqabilê ji sedî 14ê hewcedariya wan e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın