Tirkiye

Li Tirkiye û Behra Spî yên di bin tesîra germa zêde da ne rîska şewatên daristanan didome

Lejla Biogradlija, Eren Beksaç  | 24.07.2025 - Rojanekırın : 25.07.2025
Li Tirkiye û Behra Spî yên di bin tesîra germa zêde da ne rîska şewatên daristanan didome

Ankara

 Welatên li qeraxê Behra Spî di serî da li hemû Ewropayê kelekela germa havînê berdewam e û di demeke wiha da gelek welat li hemberî şewat û rîska şewata daristanan têdikoşin.

Li herêmê germahiya zêde ya hewayê ya di ser 40 pileyî da tesîreke neyînî li jiyanê dike. Di van rojên germ ên havînê da hişyarî tê dayîn ku li Tirkiye û her wiha welatên li qeraxê Behra Spî rîska şewatên daristanan berdewam e.

Li gorî daneyên Pergala Zanyariyan a Şewatên Daristanan ên Ewropayê (EFFIS) û Servîsa Veguherîna Avûhewayê ya Copernicusê, ji serê 2025an û vir va li Ewropayê 1250 şewat hatin tesbîtkirin. Hat diyarkirin ku ev hejmar par 861 bû.

Îsal li herêmê qedera 240 hektar qad di encama şewatên daristanê da şewitî û bû rijik.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın