DYA heyeta xwe ya li Dohayê ku ji bo agirbesta li Xezeyê hevdîtinan dike paş da dikişîne

Washington DC
Steve Witkoff, Nûnerê Taybet ê Rojhilata Navîn ê Serokê DYAyê Donald Trump "nedilxwaziya Hemasê ya ji bo razîbûna bi agirbestê" weke sedem nîşan da û ragihand ku ew heyeta xwe ya li Dohayê ku ji bo agirbesta li Xezeyê hevdîtinan dike paş da dikişînin.
Nûnerê Taybet Witkoff, li ser hesabê xwe yê Xê derbarê hevdîtinên agirbesta li Xezeyê daxuyanî da.
Witkoff anî ziman ku "Piştî bersiva dawî ya Hemasê, ku bi awayekî zelal nedilxwaziya xwe ya ji bo agirbestê li Xezeyê nîşan da, me biryar da ku em ekîba xwe ya li Dohayê paş da bikişînin."
Witkoff Hemas sucdarkir ku bi awayekî bê kordîne tev digere û got, "Em ê niha vebijarkên alternatîf ji bo vegerandina dîlan li ber çavan bigirin."
Witkoff îdia kir ku ew ji bo pêkanîna aştiyeke mayînde li Xezeyê biryardar in.