Di êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê da zarok jî di nav da 19 Filistînî hatin kuştin

Gazze
Di êrîşên ku Îsraîl ji serê sibê pê va dibe ser herêmên cuda ên Xeta Xezeyê da zarok û Filistîniyên ku ji cî û warên xwe bûne jî di nav da, 19 kes hatin kuştin.
Li gorî çavkaniyên nexweşxaneyê û şahidên bûyerê, artêşa Îsraîlê li rojavayê bajarê Xezeyê, nêzîkî Kampa Penaberan a Şatîîyê êrîşeke hewayî bir ser malekê. Di êrîşê da jineke ducanî û du zarok, bi tevahî 3 kes hatin kuştin.
Li Kampa Penaberan a Şatîîyê jî konê ku Filistîniyên bê cî û war tê da diman, hat bombebarankirin û Filistîniyek hat kuştin.
Li nêzîkî xaçerêya Kavkayê ya li heman kampa penaberan jî êrîş li malekê hat kirin, di êrîşê da gelek Filistînî birîndar bûn.
Li Kolana Nafakê ya li navenda Xezeyê di êrîşa dijî malekê da 5 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
Eskerên Îsraîlê li dora Nexweşxaneya Sehabeyê jî ji hewa va êrîşî malekê kir, jin û mêr û zarokê wan hatin kuştin.
Li Taxa Şêx Ridvan a bakurê bajêr di êrîşa dijî malekê da 4 Filistînî hatin kuştin, gelek kes jî birîndar bûn.
- Îsraîl ji hewa va êrîşî malan dike
Artêşa Îsraîlê li Taxa Zeytûnê ya li başûrê bajarê Xezeyê êrîşî malên Filistîniyan dike.
Ji bilî vê, Taxa Şucaiyyeyê ya li rojhilatê bajêr jî ji hêla balafirên Îsraîlê va tê bombebarankirin.
- Êrîşên dijî navenda Xeta Xezeyê dewam dikin
Li Kampa penaberan a Bureycê di êrîşa hewayî ya dijî malekê da jin û mêr û qîza wan hatin kuştin.
Ji bilî vê, konekî li nêzîkî nexweşxaneyê jî hedef hat girtin û di êrîşê da gelek kes birîndar bûn.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.