Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "Artêşa Azerbeycanê hêza xwe nîşanî hemû dinyayê da"

Nihat Kavşut  | 11.11.2020 - Rojanekırın : 11.11.2020
Wezîrê Parastina Neteweyî Akar: "Artêşa Azerbeycanê hêza xwe nîşanî hemû dinyayê da"

Ankara

 Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusî Akar: "Em ji ber rewşa dawîn zehf kêfxweş in. Ev tevger hişyarbûnek e. Artêşa Azerbeycanê hêza xwe nîşanî hemû dinyayê da."

Akar tevî Fermandarê Hêzên Bejayê Orgeneral Umît Dundar û Fermandarê Hêzên Esmanî Ogeneral Hasan Kuçukakyuz duh li Bakuya paytextê Azerbeycanê Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ziyaret kir.

Wezîrê Parastina Neteweyî Akarê li Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê ji hêla Wezîrê Parastinê yê Azerbeycanê Orgeneral Zakir Hesenov va hat pêşwazîkirin beşdarî merasima rizgarkirina Qerebaxa Çiyayî ya ji dagiriyê bû.

Akarê di merasimê da axivî diyar kir ji ber rewşa dawîn zehf kêfxweş in û wiha got: "Ev tevger hişyarbûnek e. Artêşa Azerbeycanê hêza xwe nîşanî hemû dinyayê da."

Wezîrê Parastina Neteweyî Akar di axaftina xwe da wiha peyivî: "We serkeftineke ku wê bi herfên zêrîn di dîroka Azerbeycanê da bê nivîsandin bi dest xist. Herekat di 44 rojan da qediya lê bawer bikin wê 44 salan bê behskirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın