Serokomar Erdogan Serokomarê Azerbeycanê Aliyev pîroz kir

Baki
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan ji bo serfiraziya li Qerebaxa Çiyayî hat bidestxistin Serokomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev pîroz kir.
Serokomariya Azerbeycanê daxuyanî weşand û ragihand ku Erdogan û Aliyev ji ser têlefonê bi hev ra xeberdan.
Di daxuyaniyê da hat gotin herdu lîderan ji bo serfiraziya pîroz a Azerbeycanê li Qerebaxa Çiyayî bi dest xist, hev pîroz kirin.
Aliyev ji bo piştgirî û piştevaniya siyasî û menewî ya ku Tirkiyeyê di dema şer da da Azerbeycanê bi bîr xist û ji Erdogan û miletê Tirk ra spas kir.
Erdogan jî ji ber qebûlkirina piştevaniyê ji Aliyev ra spas kir.
Herdu lîderan jî ragihand ku Tirkiye û Azerbeycan wê li cem hev bin û piştevaniya didin hevdu jî wê bidomînin.
Di rojeva herdu lîderan da navenda hêza aştiyê ya Tirk-Ûris a ku ji bo kontrolkirina agirbesta li Qerebaxa Çiyayî wê bê damezrandin jî hebû û gotin ew xwedî wê baweriyê ne ku ev navend ji bo aştiyeye mayînde ya li herêmê wê bi kêr bê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.