Serokomar Erdogan: Azerbeycan wê hê destanan binivîsîne
Serokomar Erdogan: "Azerbeycan di serkêşiya birayê min Îlham Eliyevê zîrek da wê hê destanan binivîsîne."

Ankara
Serokomar Erdogan: "Azerbeycan di serkêşiya birayê min Îlham Eliyevê zîrek da wê hê destanan binivîsîne."
"Ji ber ku Azerbeycanê axa xwe ji dagiriyê rizgar kiriye ev nayê wê meneyê ku têkoşîn qediyaye."
"Hiqûqa şer hat binpêkirin û rûmeta mirovahiyê hat pelçiqandin. Wezîfeya me ye ku em li her derê hesabê vê bipirsin."
"Rêvebirên Ermenî çavkaniyên gel ji bona axa Azerbaycanê di bin dagiriyê da bihêlin xerc kirin."
"Kesên li Qerebaxa Çiyayî ji xeynî wêranî, qetlîam û hêsirên çavan tiştek nekirine divê êdî aqilê xwe bidin serê xwe."
"Divê bê dîtin ku bi sorkirina emperyalîstên Rojavayî encamek dernakeve û têkilî cardin bên gotûbêjkirin."
"Heger gelê Ermenistanê ji tiştên li Qerebaxê qewimîn dersê hilde wê ev ji bona herêmê bibe destpêkeke nû."
"Heger Tirkiye û Azerbaycan milê xwe bidin hev wê zor û zehmetiyan derbas bikin û serkeftinên nû bi dest bixin."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.