Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Operasyonên artêşa Azerbeycanê yên ji bo axa xwe xilas bike dan destpêkirin dewam dikin

Türkan Tosun  | 25.10.2020 - Rojanekırın : 26.10.2020
Operasyonên artêşa Azerbeycanê yên ji bo axa xwe xilas bike dan destpêkirin dewam dikin

Baki

 Hat ragihandin operasyonên artêşa Azerbeycanê yên ji bo axa xwe xilas bike dan destpêkirin dewam dikin

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku operasyonan bi şev li Axdere, Xocawend, Fuzulî, Hadrut, Qubadlî û Laçînê dewam kirin.

Hat ragihandin ku hêzên Ermenistanê bi top û hewanan êrîşî xeta parastinê ya artêşa Azerbeycanê kirin, li dijî vê bersiv hat dayîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin li îstiqametên Xocawend, Laçîn û Qubadliyê berxwedana Ermenistanê kêm bû, artêşa Azerbaycanê ber bi aliyên din va hêza xwe xurt kir û pêşva çû. Li aliyê Axdere û Xocawendê Ermenistanê zeyîat da, cebilxaneya wê kêm bû, hêzên wê hatin berterefkirin.

Hat ragihandin artêşa Ermenistanê ya li Qubadliyê hêza xwe ya tabura 1emîn a alaya 543yemîn winda kir, eskerên wê hatin berterefkirin. Eskerên ermenistanê yên ji bajarê Tsaghkadzorê ya li ser eyaltea Kotaykê dişînîn Qerebaxa Çiyayî qismeke mezin hatin bereterefkirin.

Artêşa Azerbaycanê 2 tank, 2 wesayîtên bizirx, 4 obusên D-30, topeke 2A36 Giasint-Byê û7 wesayîtên Ermenistanê îmhe kir.

Hat gotin ku li xetên eniyan pevçûnan dewam kir û rewş di kontrola artêşa Azerbeycanê da ye.

-Li Xana Zazadînê alaya Azerbeycanê hat daliqandin

Li Konyayê kerwansaraya herî mezin a Dewleta Selçûkiyan a Anadoluyê Xana Zazadînê ji bo piştgiriyê alaya Azerbeycanê û Tirkiyeyê hatin daliqandin.

Kerwansaraya Xana Zazadînê bi alaya Azerbaycanê va hat xemilandin ku welatî ji ber vê şanaz bûn.

Hîkmet Çetinerê li kerwansarayê karê turîzmê dike got rehma Xwedê Azeriyên mirine be û ji bo birîndaran jî şifa xwest.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın