Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Ji generalê Ermenî îtirafa "di şerê Qerebaxa Çiyayî da moşeka Îskender" hat bikaranîn

General Movses Hakopyanê ji Wezareta Parastina Ermenistanê îstifa kir: "Ermenistanê di dema şerê Qerebaxa Çiyayî da moşekên Îskender bi kar anî, ez nikarim bibêjim ku li kê derê bi kar anî."

Abdullah Tel  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
Ji generalê Ermenî îtirafa "di şerê Qerebaxa Çiyayî da moşeka Îskender" hat bikaranîn

Armenia

 General Movses Hakopyanê ji Wezareta Parastina Ermenistanê îstifa kir got ku Artêşa Ermenistanê di dema şerê Qerebaxa Çiyayî da moşeka Îskender ya malê Ûris a meriv dikare seriyên nûkleerê lê zêde bike, bi kar anî.

Hakopyan piştî ku ji wezîfeya xwe ya Serokatiya Xizmetên Kontrola Eskerî ya Wezareta Parastinê ya Ermenistanê îstifa kir der barê çalakiyên ku artêşa Ermenistanê li Qerebaxa Çiyayî bir serî da daxuyanî da rojnamegeran.

Der barê îdiayên ku Ermenistanê bi moşekên Îskender êrîşî ser cî û warên sivîlan kir da Hakopyan got: "Ermenistanê di dema şerê Qerebaxa Çiyayî da moşekên Îskender bi kar anî, ez nikarim bibêjim ku li kê derê bi kar anî."

Serdozgeriya Ermenistanê ragihand ku ji ber wan daxuyaniyên Hakopyan wê lêpirsîn bê destpêkirin.

Di daxuyaniya serdozgeriya Azerbeycanê da hatibû gotin ku di êrîşên artêşa Ermenistanê ya li ser Azerbeycanê da 91 sivîl hatibûn kuştin û 404 sivîl jî birîndar bûbûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.