Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Azerbeycan û Ermenistanê cesedên eskeran îadeyî hevdu kirin

Haydar Şahin  | 14.11.2020 - Rojanekırın : 15.11.2020
Azerbeycan û Ermenistanê cesedên eskeran îadeyî hevdu kirin

Baki

 Azerbeycan û Ermenistanê cesedên eskerên di pevçûnên li dora Şuşayê da hatin kuştin li hev guherandin.

Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku bi navbeynkariya eskerên Ûris ên li Qerebaxa Çiyayî wezîfeyê dikin va cesedên eskerên Ermenistanê yên li qada şer mane hatin îadekirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku cesedê 6 eskeran jî îadeyî Azerbeycanê kirin.

Di peymana Azerbeycan û Ermenistanê bi navçitiya Rûsyayê îmze kiribûn da hatibû gotin ku herdu aliyê cesed û hêsîran biguherînin.

Artêşa Azerbeycanê bajarê Şuşayê di 8ê mijdarê da ji dagiriyê xilas kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.