Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Artêşa Azerbeycanê li Axdama ku ji dagirkeriyê hat xilaskirin ala danî, li mizgefta bajêr bang hat dayîn

Elif Irmak  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 21.11.2020
Artêşa Azerbeycanê li Axdama ku ji dagirkeriyê hat xilaskirin ala danî, li mizgefta bajêr bang hat dayîn

Baki

Li bajarê Axdama ku Ermenistanê 1993yan da dagir kiribû û eskerên Azerbeycanê piştî 27 salan ketinê û ala danînê li mizgefta bajêr ezan hat xwendin.

Li gor agirbesta ku Azerbeycan û Ermenistanê îmze kir ji ber ku hêzên çekdar ên Ermenî ji Axdamê derketin artêşa Azerbeycanê ket bajêr.

Eskerên Azerbeycanê pêşî rêyên diçin Axdamê ji mayînan paqij kir, paşê wesayîtên bizirx û tank ketin bajêr.

Eskerên hatin mizgefta li navenda bajêr hawirdor paqij kir û li mizgeft û mînareya wê ala daliqandin.

Fermandarê eskerên ketin bajêr wiha axivî: "Birêz Serfermandarê me, bajarê Axdamê ji dagirkeriyê hat xilaskirin. Alaya Azerbeycanê li bajarê Axdamê li ba ye. Her bijî Azerbeycan. Her bijî Serfermandar. Qerebax a Azerbeycanê ye."

Piştra li mizgeftê piştî 27 salan ezana ewil hat dayîn, nimêja înê hat kirin.

Di dîmenên ku ji minareya mizgeftê hatin kişandin da balê dikşîne ku li bajarê hema bêje avahiyekî saxlem lê nemaye xirabe û xalî xuya dike.

Mizgefta ku minare û bingeha wê saxlem dixuyê jî bêxwedî xuya dike.

Di operasyona ku artêşa Azerbeycanê di 27ê îlonê da ji bo ku axên li Qerebaxa Çiyayî ji dagirkeriyê xilas bike da destpêkirin da bi ser ketibû û Ermenistanê mecbûr kiribû ku agirbestê îmze bike.

Li gor agirbestê hêzên çekdar ên Ermenî ji 20ê sermawezê va ji Axdamê vekişiyabûn.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın