Pûtîn got ku hêviya wî ewe agirbesta li Qerebaxa Çiyayî bi kêrî aştiyeke dirêj bê

Moskova
Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn diyar kir ku ew ji ber agirbesta li Qerebaxa Çiyayî hat îlankirin razî ye û wiha domand: "Ez hêvî dikim ev gavên me avêt ji bo gelên Azerbeycan û Ermenistanê bi kêrî aştiyeke dirêj bê."
Pûtîn bi pergala vîdeo konferansê beşdarî lûtkeya lîderan a Rêxistina Hevkarî ya Şangayê bû û agirbesta ku duh êvarê di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da pêk hat nirxand.
Di axaftina xwe da Pûtîn tiştên li Qerebaxê qewimîn wek trajedî binav kir û got: "Ez dixwazim bi kêfxweşî bibêjim ku me li ser peymanên wê rê li ber xwîn rêtinê bigire, li hev kir. Ez hêvî dikim ji bo gelê Azerbeycan û Ermenistanê aştiyeke mayînde ya dirêj be."
Azerbeycan û Ermenistan bişev saet ji 00.00î pê va peymana agirbestê îmze kiribûn.
Li gor peymanê Azerbeycan û Ermenistan li deverên lê ne wê kontrola xwe bidomînin û heta dawiya mehê jî Ermenistan wê ji Laçîn, Kelbece û Aqdam a dagir kiriye wê derbikeve.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.