Li Xeta Eniya Azerbaycanê

Li Şûşayê 28 sal bi şûn va nimêja înê hat kirin

Abdullah Tel  | 13.11.2020 - Rojanekırın : 14.11.2020
Li Şûşayê 28 sal bi şûn va nimêja înê hat kirin

Baki

Li Şûşaya bajarê Qerebaxa Çiyayî ya ku artêşa Azerbeycanê ji dagirkeriyê rizgar kiribû piştî 28 salan cara ewil nimêja înê hat kirin.

Li Mizgefta dîrokî ya Yukari Govher Axa ewilî banga şerîf hat xwendin. Eskerên Azerbeycanê yên ku li vê derê bûn li pişt kesekî meletî kir rêz bûn û nimêj kirin.

Bajarê Şûşaya dîrokî di 8ê Gulana sala 1992an da ji hêla hêzên Ermenistanê va hatibû dagirkirin.

Artêşa Azerbeycanê di 8ê Mijdarê da bajarê Şûşayê ji dagirkeriyê rizgar kiribû.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın