Ji terorîstan îtirafa Ermenistanê

Ankara
Qaşo rêvebirên PKKya rêxistina terorê îtiraf kirin ku li Qerbaxa Çiyayî terorîstan li aliyê Ermenistanê şer kiriye.
Li gor agahiyên ji çavkaniyên ewlekariyê hatin sitandin, Layîka Gultekîna ji serkeşên şaxa jinan a PKK/KCKya rêxistina terorê di weşana rêxistinê da tiştên wekî îtirafê gotin.
Gultekînê got, "Em hetanî Qerebaxê diçin li aliyê eskerên Ermenî şer dikin. Dema gelê Ermenistanê bixwaze em her tim li cem wan in." û îtiraf kir ku li dijî Azerbeycanê şer dikin.
Bi vî awayî carekê dîsa hat dîtin ku terorîstên PKKyî beriya peymana li Qerebaxa Çiyayî hat îmzekirin li aliyê Ermenistanê şer kirine.
Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku ji ber operasyonên Tirkiyeyê reva ji rêxistina terorê zêde bû û di nav rêxistinê da belavbûn heye.
Çavkaniyan gotin ku tevlîbûna rêxistinê gelekî kêm bû, serbestiya hereketê ya rêxistinê jî zehf tune, PKK/KCKya rêxistina terorê li Qerebaxa Çiyayî li cem Ermenistanê cî girt ku Ermenistanê ji bo bakurê Iraqê piştgiriyê bide wan, ji bo kêmasiya endaman çareser bike jî jin û ciwanan derdixe pêşiyê.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.