Bajarê Axdamê ya dîlê destê Ermenistanê êdî azad e
Texrîbata li bajarê Axdamê di çapemeniya biyanî da wek "Hîroşîmaya Qafqasyayê" hat binavkirin

Baki
Ermenistana ku di sala 1993an da bajarê Axdamê dagir kiribû piştî 27 salan ew der teslîmî Azerbeycaniyê xwediyên wê kir.
Artêşa Azerbeycanê ji bo rizgarkirina Qerebaxa Çiyayî ya ku Ermenistanê dagir kiribû bi operasyona di 27ê Îlonê da destpêkirin da Ermenistanê mecbûrî peyman îmzekirinê kir.
Di çarçoveya peymana agirbestê ya ku bi navbeynkariya Rûsyayê va di navbera Azerbeycan û Ermenistanê da hat îmzekirin hêzên Ermenistanê û şêniyên Ermenî yên li Axdamê bi cî kirî ji 20ê Mijdarê pê va ji bajêr derketin.
Artêşa Azerbeycanê bi tank û wesayîtên bizirx ên li serê tevlî alayên Azerbeycanê alayên Tirkiyeyê jî dalqandî va ketin navenda bajarê Axdamê.
Bajarê Axdamê yê ku li rojhilatê Qerebaxa Çiyayî dikeve di seranserê heyama dagirkirî da di nav hêzên Ermenî û Azerî da wek herêma tampon bû.
Berî dagirkirina Ermenistanê li navend û ji 100î zêdetir gundên Axdamê 143 hezar Azerbeycanî dijîn.
Di dema êrîşên Eremenistanê yên li ser Axdamê da ji bo parastina bajêr wê demê nêzî 5 hezar Azerbeycanî hatin kuştin û ji sedî 73 bajêr ji alî Ermenistanê va hatibû dagirkirin. Rêveberiya Ermenistanê jî piştî vê dagirkeriyê şêniyên Ermenî yên ji deverên curbecur berhev kiribû anî û li Axdamê bi cî kir.
Di heyama dagirkirî da Ermeniyan zirar û ziyaneke mezin dan gelek berhemên çandî û dîrokî yên Azerbeycaniyan û navenda bajêr hema bêje bi erdê ra kirin yek. Mizgefta Mezin a Axdamê ku di sala 1870yî da hatibû vekirin, Muzeya Nan a Axdamê û Muzeya Etnografyayê ya Axdamê jî di nav da gelek berhemên dîrokî ji alî Ermenistanê va hatin texrîpkirin û sosreta li ser wan berheman di çapemeniya biyanî da wek "Hîroşîmaya Qafqasyayê" hat binavkirin."
Hêzên Ermenistanê berî 20ê Mijdarê hê ji bajêr derneketibûn jî zirar û ziyana dan cî û deran domandin, xanî şewitandin û heywanên nikaribûn bi xwe ra bibin jî telef kirin.
Artêşa Azerbeycanê ya ku ket bajarê Axdamê wê bajêr ji teqemeniyan paqij bike, binesaziyê çêbike û deriyê Axdamê li nêzî 200 hezar Azerbeycaniyên ji mal û milkên xwe bûbûn ra veke.
Artêşa Azerbeycanê di operasyona 27ê Îlonê da destpêkirin da navenda 5 bajaran, 4 bajarok û 286 gund rizgar kiribû û Ermenistana ku têkçûn qebûl kir û peymana lihevkirinê ya ku wê ji bajarên Axdam, Laçîn û Kelbecerê jî derkeve îmze kiribû.
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.