Haydar Şahin
26 Îlon 2020•Rojanekirin: 29 Îlon 2020
Cevdet Yilmazê Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê diyar kir ku di encama tomografiya pişika wî da hat tesbîtkirin ku bi vîrusa koronayê ya tîpa nû (Kovîd-19) ketiye.
Yilmaz di peyama xwe ya li ser Twitterê da wiha got:
"Di vê hefteya dawîn da testa min 4 caran negatîf derket. Di nav 3 rojên dawîn da ji ber agirê zêde çûm nexweşxaneyê. Herî dawîn tomografiya pişikê hat kişandin û teşxîsa Kovîdê hat danîn. Li malê demankirina min ê dewam bike. Ji bo min û hemû nexweşan li benda diayê we me."