Tirkiye, Koronavîrus

Xwendekarên dixwestin ji dervayî welêt vegerin gihîştin Tirkiyeyê

Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd) seferên balafiran hatibûn betalkirin û xwendekarên li Îngiltere, Swîsre û Polonyayê asê man, vegeriyan welêt.

Türkan Tosun  | 24.03.2020 - Rojanekırın : 24.03.2020
Xwendekarên dixwestin ji dervayî welêt vegerin gihîştin Tirkiyeyê

Ankara

 Ji ber şewba vîrusa koronayê ya nû (Kovîd) seferên balafiran hatibûn betalkirin û xwendekarên li Îngiltere, Swîsre û Polonyayê asê man, vegeriyan welêt.

Alîkarê Wezîrê Karên Derva Yavuz Selîm Kiran li ser Twîtterê daxuyand xwendekarên Tirk ên li van 4 welatan bûn û ji ber qedexeya seferên balafiran li wir mabûn, bi balafira Rêhewaya Tirkiyeyê (THY) gihîştin welêt.

Kiran wêneyê xwendekarên ji balafirê peya bûn parve kir û wiha got: "Hûn bi xêr hatin mala xwe, hêlîna xwe. Niha dema karantînayê û tevdîran e."

Wezîrê Karên Derva Mevlut Çavuşoglu daxuyandibû ji 7 welatan 3 hezar û 358 xwendekaran ji bo vegerin Tirkiyeyê serî li wan daye. Çavuşoglu gotibû dema ew hatin hemû jî wê 14 rojan di karantînayê da bimînin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın