Koronavîrus

Wezîrê Tenduristiyê Koca: Nexweşên giran di nav 4 mehan da 8 qat zêde bûn

Abdullah Tel  | 21.11.2020 - Rojanekırın : 22.11.2020
Wezîrê Tenduristiyê Koca: Nexweşên giran di nav 4 mehan da 8 qat zêde bûn

Ankara

Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku di nav 4 mehan da hejmara nexweşên bi Kovîd-19ê ketin û rewşa wan giran e 8 qat zêde bû û wiha got: "Tewdîra herî baş mala mirov e. Heke ne mecbûr bin ji malê dernekevin."

Wezîr Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û bal kişand ser hejmara pêketiyan û kesên rewşa wan giran e.

Koca destnîşan kir di nav rojekê da ji 5 hezarî zêdetir kes bi Kovîd-19ê ketin û hejmara miriyan jî duh ji 141î derbas bû û wiha domand: "Ji bo ku em di vê têkoşînê da kêmtir zirarê bibînin û êşên me kêmtir bin tevlî tewdîrên mecbûrî divê em jî berpirsyariyê hildin. Tewdîra herî baş mala mirov e. Heke ne mecbûr bin ji malê dernekevin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.