Tenduristî, Koronavîrus

Wezîrê Tenduristiyê Koca li gor 100 hezar nifûsê 5 bajarên hejmara nexweşên Kovîd-19ê zêde dibe eşkere kir

Haydar Şahin  | 18.02.2021 - Rojanekırın : 19.02.2021
Wezîrê Tenduristiyê Koca li gor 100 hezar nifûsê 5 bajarên hejmara nexweşên Kovîd-19ê zêde dibe eşkere kir

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku (Kovîd-19) li gorî hefteya çûyî di 100 hezar kesî da herî zêde hejmara nexweşan li Bilecîk, Erzincan, Kilîs, Uşak û Çeneqeleyê zêde bû.

Wezîr Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê agahiyên 5 bajarên ku herî zêde pêketiyên Kovîd-19ê zêde bûn û bajarên ku lê pêketî kêm bûn weşand.

Kocayê Wezîr di peyama xwe da wiha got:

"Li gorî hefteya çûyî di 100 hezar kesî da herî zêde hejmara nexweşan li Bilecîk, Erzincan, Kilîs, Uşak û Çeneqeleyê zêde bû, hejmara pêketiyan pêketiyan herî zêde li Bidlîs, Mêrdîn, Kastamonu, Yalova û Bîngolê jî kêm bû. Guhdayîna tevdîr û astengan bi aşiyê ra quweta me ya herî mezin e."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.