Koronavîrus

Wezîrê Tendirustiyên Koca: "63 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan"

Wezîrê Tendirustiyên Fahrettîn Koca ragihand ku 63 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dane.

Ahmet Aydın  | 01.04.2020 - Rojanekırın : 02.04.2020
Wezîrê Tendirustiyên Koca: "63 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dan"

Ankara

Wezîrê Tendirustiyên Fahrettîn Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê civîna çapemeniyê li dar xist.

Koca ragihand ku 63 kesên din ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dane.

Wezîr Koca got, "Pêdivê stratêjiya me jiyana sabit be, pêdivê hêlîna me hêza me be. Çiqas tevgera li bajaran kêm bibe, emê hewqasî serkeftî bin. Ev cengeke tendirustiya gel e. Armanca me bi kêmtirîn canjidestdanan pêvajoyê biqedînin û heta mumkun be em zû vîrusê kontrol bikin."

Wezîrê Tendirustiyê Koca ragihand ku ji sedî 80yê yên ku ji ber Kovîd-19ê canê xwe ji dest dane temenê wan bi ser 60î re ye û got, "Di 24 saetên dawîn de teşxîsa Kovîd-19ê li 2148 kesan hat danîn, 63 kes mirin, hejmara pêketiyan gihişt 15679an, ya miriyan gihişt 277an. Hejmara kesên ku dermankirina wan qediya û ji Kovîd-19ê rizgar bûn gihişt 333an. Ji sedî 68,8ê welatiyên me yên ku mirin û herwiha ji sedî 63,3yê ku nuha di beşa nexweşiyê giran de ne, nexweşên tansiyonê ne. Rêjeya tijîbûna yekeyên beşa nexweşiyên giran ji sedî 63 ye. Li Anadoluyê rêjeya tijîbûna qeryoleyan ji sedî 40 e. Li nexweşxaneyan rewş asayî ye."

Wezîr Koca ragihand ku herî zêde pêketiyên koronavîrusê li Stenbolê hatin dîtin û pey re jî Îzmîr û Enqere tên. Di nava pêketiyên me de rêjeya mirinê ji sedî 1,58 3. Di vî warê de em li biniya gelek welatan in û got, "Bi giştî li 39 wîlayetên me miriyên ji Kovîd-19ê hene. Hejmara pêketiyên li Stenbolê bi sedî 60î, 8 hezar û 852 ye û herwiha li Îzmîrê 853, li Enqereyê 712, li Konyayê 584, li Kocaeliyê 410 pêketî hene."

Wezîrê Tendirustiyê Koca herwiha ragihand ku hejmara personelên tendirustiyê yên peketiyên koronavîrusê 601 e.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.