Koronavîrus

Wezîrê Tendirustiyê Koca: Îro testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 351 kesî pozîtîf derket

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca ragihand ku îro testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 351 kesî pozîtîf derketiye.

Ahmet Aydın  | 25.11.2020 - Rojanekırın : 26.11.2020
Wezîrê Tendirustiyê Koca: Îro testa Kovîd-19ê ya 28 hezar û 351 kesî pozîtîf derket

Ankara

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca derbarê cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) got, "Li ser daxwaza welatiyên me, êdî emê pêketinên pozîtîf yên ku septomê nîşan nadin jî li ser tabloya rojane bidin."

Wezîr Koca piştî civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya li Komelgeha Bîlkentê ya Wezaretê daxuyanî da endamên çapemeniyê.

Wezîrê Tendirustiyê Koca got, "Bi bervajiya gelek welatan, pergala tendirustiyê ya Tirkiyeyê ji nişkêve pêrgî pandemiyê nehat. Nexweş bin yan na, yên ku testa wan pozîtîf ve û yên temasdarên wan mirov dikare ji ser koda HESê bibîne."

Koca derbarê testa Kovîd-19ê wiha axivî:

"Di rojên pêşiya me de emê qebareya xwe derxînin reqemeke ser 200 hezarî. Revizyona me ya testê û xala ku qebareya wê ya ku gihiştiyê, bu rojeva Lijneya Zanistê. Edî dikare bê qebûlkirin ku em derbasî polîtîkaya testa vekirî bûn.

Koca ji bo ucreta testa Kovîd-19ê got, "Heke ji 250 lîreyî zêdetir ji welatiyan bê xwestin, bila serlêdana me bikin, tişta pêwîst emê bikin. Bila sektora taybet û welatî bizanin, ne tenê îadeya ucretê emê ruxseta wan jî betal bikin.

Wezîr Koca got, "Piştî hefteya duyemîn a cotmehê, êdî em li hember nexweşiyê di rewşeke dijwartir de ne. Li ser daxwaza welatiyên me, êdî emê pêketinên pozîtîf yên ku septomê nîşan nadin jî li ser tabloya rojane bidin. Li pêşiya me ew roj hene ku pêdivê em weke gel hemî di hişyariyê de bin."

Koca bal kişand ser vaksîna Kovîd-19ê û wiha got, "Di wê hêviyê de me ku berî temambûna vê salê em vaksînê bi dest bixînin. Heke asteng dernekeve emê bi destpêkirina ji xebatkarên xwe, bi algorîtmaya ku Lijneya Zanistê cîgir bike, emê bi qedeme qedeme dest bi vaksînkirina komên rîskdar bikin. Ji bo vaksînê emê doza ti ucretekê li welatiyên xwe nekin. Dê ji bo komên rîskdar bê ucret be. Heke welatiyên me bixwazin vaksîneke cuda bikirin, emê ji bo wê jî limîteke jorîn deynin û îzna firotinê bidin dermanxaneyan."

Wezîr Koca herwiha got, "Li rojavayê welatê me hejmara pêketinan zêde bû. Stenbol, Bûrsa, Kocaelî, Îzmîr di lûtkeya sêyemîn de ne. Bê destberdarî em pabendê tedbîran bin em dikarin zêdebûnê rawestînin. Heke têr neke dê cîbicîkirina sînordarkirinên girantir bibe mecbûrî."

Wezîr Koca wiha jî got, "Ez di wê fikrê de me ku dema tune em bersiva polemîk û nîqaşên derbarê hejmara nexweşan û hejmara mirinan, bidin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.