Tirkiye, Koronavîrus

Wezîrê Tendirustiyê Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî dan

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Îro em û cîhan li hember êrîşa vîrusê, di serdemekê wisa de ne ku ji dema despêkê zehmettir e."

Ahmet Aydın  | 17.09.2020 - Rojanekırın : 17.09.2020
Wezîrê Tendirustiyê Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê daxuyanî dan

Ankara

Wezîrê Tendirustiyê Fahrettîn Koca got, "Îro em û cîhan li hember êrîşa vîrusê, di serdemekê wisa de ne ku ji dema despêkê zehmettir e."

Koca piştî Civîna Lijneya Zanistê ya Koronavîrusê ya ku li Komelgeha Bîlkentê hat lidarxistin, daxuyanî da endamên çapemeniyê.

Wezîr Koca got, "Îro em û cîhan li hember êrîşa vîrusê, di serdemekê wisa de ne ku ji dema despêkê zehmettir e."

Koca bal işand ser amar û hewlên dijî cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19) got, "Hejmara ekîbên me yên filyasyonê ku şopa vîrusê diajon ji 6 hezarî derket 11 hezar û 238an. Bi danberheva serdema pêşî barê xebatkarên me yên tendirustiyê 4-5 qat zêdetir bûye."

Koca wiha pê de çû:

"Her roj têkra 100 hezar test tên kirin. Digel zêdebûna hejmara nexweşên nû û nexweşên giran heta nuha kesek ji dermankirinê nehatiye astengkirin. Em weke Tirkiyeyê xebatên xwe yên bo vaksînê didomînin û ji bo sepandina herî zû jî me dest bi hewlên pêdekirinê jî kiriye."

Wezîr Koca tekezî li giringiya bikaranîna sepana 'Mal Têrî Jiyanê Dike' (HES) kir û got, "Pêdivê ti telefonek nemîne ku sepana HESê tê de nebe. Heta nuha 140 hezar kesên ku lazim bû di îzolasyonê de bana û hewl dan derkevin derve, bi vê pergalê hatin sekinandin."

Koca behsa rêjeyên tijîbûna qeryoleyên nexweşxaneyan kir û got, "Rêjeya tijîbûna qeryoleyan jş sedî 51.6, rêjeya tijîbûna beşa nexweşiya giran ji sedî 66.3, rêjeya tijîbûna ventîlatoran jî ji sedî 33.6 e."

Wezîr Koca wîlayetên ku rêjeya tijîbûna qeryoleyên beşa nexweşiya giran li wan zêde ye wiha rêz kir:

"Bartin ji sedî 77.32, Batman ji sedî 76.4, Sakarya ji sedî 76.33, Ordu ji sedî 75.98, Samsun ji sedî 75.74"

Wezîrê Tendirustiyê Koca axaftina xwe wiha domand:

"Heke em pabendiya xwe ji tedbîran re bidomînin, ez dikarim bi rehetî bêjêm, dê rewşa Enqereyê ya ku di nava heftiyek û 10 rojan de satbîl bû, dê ber bi jêr de dakeve."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.