Wezîr Koca: Di 24 saetên dawîn da 597 hezar û 647 doz aşî hat kirin
Ankara
Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca diyar kir ku ji saet 23.59an pê va di nav 24 saetên dawîn da bi tevahî 597 hezar û 647 doz aşiya Kovîd-19ê hat kirin.
Koca ji ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyam weşand û got: "Saet 23.59 e. Di 24 saetên dawîn da 597.647 doz aşî hat kirin. Ji bo hevalên ku heta vê saetê xebitîne û kesên çûn û aşiya xwe bûn ra bi hezaran carî spas dikim. Aşî, fedakarî û plankirin, hemû hene pirsgirêk tune."
Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.