Tenduristî, Koronavîrus

Wezîr Koca daxuyand ku aşîkirina welatiyên ser 80 salî wê îro li saziyên tenduristiyê dest pê bike

İbrahim Atmaca  | 25.01.2021 - Rojanekırın : 26.01.2021
Wezîr Koca daxuyand ku aşîkirina welatiyên ser 80 salî wê îro li saziyên tenduristiyê dest pê bike

Ankara

 Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca daxuyand ku ji îro pê va aşîkirina welatiyên ser 80 salî wê dest pê bike û wiha got, "Welatiyên me yên ku emrê wan ser 80 salî ra ye, wê li saziyên me yên tenduristiyê werin aşîkirin."

Koca li ser hesabê xwe yê Twitterê derbarê pêvajoya aşîkirina civakî ya Kovîd-19ê da daxuyanî da.

Koca li ser teqwîma aşîkirinê ya ku di çarçoveya Stratejiya Sepandina Neteweyî ya Aşiya Kovîd-19ê da hatiye amadekirin da agahî da û wiha got, "Di çarçoveya bernameya ku ser pêşniyaza Lijneya Zanistê hat amadekirin da em ji îro pê va dest bi aşîkirina welatiyên ser 80 salî jî dikin. Welatiyên me yên ku emrê wan ser 80 salî ra ye, wê li saziyên me yên tenduristiyê werin aşîkirin."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.