Koronavîrus

Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kir

Sefa Şahin  | 21.07.2022 - Rojanekırın : 21.07.2022
Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kir

Ankara

Tabloya Heftane ya Vîrusa Koronayê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"ê hat weşandin.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê yên Kovîd-19ê yên heftane, di 11-17ê Tîrmehê da testa 226 hezar û 532 kesan pozîtîf derket û 96 jî kes mirin.

Ji 11ê Adara 2020î vir va ku li Tirkiyeyê waqieya ewil a Kovîd-19ê hatibû tesbîtkirin, hejmara pêketiyan derket 15 milyon û 524 hezar û 71ê û 99 hezar û 184 kes jî mirin.

Heta niha 149 milyon û 16 hezar û 579 doz jî aşî hat kirin.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî zêde ye; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklareli, Çanakkale, Eskîşehir, Balikesîr, Manîsa û Zonguldak in.

10 wîlayetên ku li ser asta nifûsa ji 18 salan mezintir rêjeya derzîlêdana herdu dozan li wan herî kêm e; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bingol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elezîz in.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.