Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kir
Ankara
Wezareta Tenduristiyê daneyên Kovîd-19ê yên heftane eşkere kir, li gor vê di navbera 8-14ê tebaxê da testa 143 hezar û 778 kesan pozîtîf derket, 342 kes jî mirin.
Tabloya Koronavîrusê ya Heftane li ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat eşkerekirin.
Li gor vê di navbera 8-14ê tebaxê da testa 143 hezar û 778 kesan pozîtîf derket, 342 kes mirin, 259 hezar û 102 kes jî baş bûn.
Di navbera 1-7ê tebaxê da hejmara pêketiyên Kovîd-19ê wek 232 hezar û 253 kes hatibû eşkerekirin.
Ji 11ê Adara 2020 a ku pêketiyê ewîl a Kovîd-19ê hatibû eşkerekirin vir va hejmara pêketiyan gihîşt 16 milyon û 671 hezar û 848an, 100 hezar û 400 kes jî mirin.
Heta niha 151 milyon û 661 hezar û 619 doz aşî hat kirin.
Kesên temenê wan ji 18yan mezin û herî kêm du doz aşî kirine li gor 10 bajarên herî zêde jî wiha ne; Osmaniye, Ordu, Amasya, Mugla, Kirklarelî, Çanakkale, Eskîşehir, Balikesîr, Manîsa û Bartin.
Bajarên du doz aşî lê kêm in jî wiha ne; Şanliurfa, Batman, Sêrt, Diyarbekir, Bîngol, Mûş, Mêrdîn, Bidlîs, Agirî û Elezîz.