Waliyê Stenbolê Yerlîkaya: "Di seferên nav welêt da dê 'Belgeya Îzna Seyahatê' bê xwestin"
Istanbul
Waliyê Stenbolê Yerlîkaya ragihand ku di seferên nav welêt ên bi rêhewayê da ji sibê saet 06.00ê pê va dê "Belgeya Îzna Seyahatê" bê xwestin.
Walî Yerlîkaya di parvekirina xwe ya ji ser Twîtterê da ev agahî da:
"Di seferên nav welêt da ji 29ê adara 06.00ê pê va dê 'Belgeya Îzna Seyahatê' bê xwestin. Di serî da THY hemû firmayên rêhewayê dê bîletê nefiroşin kesên ku belgeya wan tune û rêwiyên bê belge hilnede."