Ahmet Aydın
17 Adar 2020•Rojanekirin: 18 Adar 2020
Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, bi rêya telekonferansê digel Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron, Şansolyeya Almanyayê Angela Merkel û Serokwezîrê Îngiltereyê Boris Johnson peywendiyek encam da.

Di Lûtekya çaralî de di çarçoveya têkoşîna dijî koronavîrusê de îmkanên tevgera hevbeş herwiha rêbazên alîkariya mirovî ji bo Îdlibê, pirsa penaberan, pêşhatên dawîn ên li Libyayê, rewşa Yekîtiya Ewropayê (YE) û têkiliyên Tirkiye-YEyê hatin gotûbêjkirin.