Tirkiye, Koronavîrus

Serokomar Erdogan bi pîreka 120 salî ya ji Kovîd-19ê xilas bû ra axivî

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê li Menîca Encuya 120 salî ya li Şirnexê ji Kovîd-19ê xilas bû geriya.

Haydar Şahin  | 29.10.2020 - Rojanekırın : 29.10.2020
Serokomar Erdogan bi pîreka 120 salî ya ji Kovîd-19ê xilas bû ra axivî

Ankara

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê li Menîca Encuya 120 salî ya li Şirnexê ji Kovîd-19ê xilas bû geriya.

Di daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê da hat diyarkirin ku Serokomar Erdogan di axaftinê da peyama derbasîbûnê da Menîca Encûyê û Qendîla Mewlûdê ya wê pîroz kir.

Endamên malbata Menîca Encuyê jî beşdarî axaftinê bûn û Erdogan got, "Xaltîka Menîca derbasî be. Şeva te ya qendîlê pîroz be. Xwedê şifa sihet û efîyetê bide te. Înşaellah ji bo hurmeta vê şevê Xwedê şifayê bide te."

Serokomar Erdogan bi pîreka 120 salî ya ji Kovîd-19ê xilas bû ra axivî

Serokomar Erdogan der barê rewşa Encuyê da ji eqrebeyên wê agahî sitand û wiha got: "Xwedê xaltîka Menîcayê bibexşîne malbata wê. Xwedê diayên we qebûl bike. Hemû malbatê silav dikim. Têm destê xaltîka Menîcayê."

Menîca Enuyê jî ji bo Serokomar Erdogan got, "Xwedê ji te razî be. Xwedê emrê te dirêj bike. Xwedê quwetê bide te. Xwedê zirarê nede dewleta me."

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.