Koronavîrus

Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dê rûpêçan çêbike û belavî welatiyan bike

Waliyê Diyarbekirê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Hasan Basrî Guzeloglu ragihand ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da rûpêçan çêbikin û bêpere belavî welatiyan bikin.

Elif Irmak  | 04.04.2020 - Rojanekırın : 06.04.2020
Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê dê rûpêçan çêbike û belavî welatiyan bike

Diyarbakir

Waliyê Diyarbekirê û Wekîlê Şaredarê Bajarê Mezin Hasan Basrî Guzeloglu ragihand ku di çarçoveya tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da rûpêçan çêbikin û bêpere belavî welatiyan bikin.

Guzeloglu di parvekirina xw eya ji ser hesabê Twîtterê da diyar kir ku Lijneya Pandemiyê ya Bajêr jib o pêşîlêgirtina beşavbûna şewbê hin biryar hildan.

Guzeloglu bi bîr xist ku li cihên komî mecbûrî heye ku rûpêçê bidin ber dev û pozê xwe û ragihand ku wek Şaredariya Bajarê Mezin dest bi hilberîna rûpêçan kirin.

Guzeloglu got ku "Şaredariya me ya Bajarê Mezin dê her roj ji bo Midûriya Tenduristiyê ya Bajêr 20 hezar maske û 200 rûpêçên bi sîper peyda bike." û ragihand ku dê demek kurt da li hemû bajêr dest bi belavkirina rûpêçên bêpere bikin.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.