"Qedexeya derketina derva di rojeva me da tuneye"
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji ber şewba Kovîd-19ê der barê qedexeya derketina derva da got ku tiştekî wisa nayê behskirin û di rojeva me da tuneye.
Ankara
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu ji ber şewba Kovîd-19ê der barê qedexeya derketina derva da got ku tiştekî wisa nayê behskirin û di rojeva me da tuneye.
Soylu li navçeya Mamakê li bazara semtê di çavdêriyên tevdîrên vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) da amade bû.
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu daxuyanî da rojnamevanan û der barê pêla duyemîn ya Kovîd-19ê da wiha axivî: "Tê gotin ku li dinyayê pêla duyemîn belav bûye. Divê em jî bi heman rewşê ra rû bi rû nemînin. Divê em bixwe kontrola xwe bikin."
Soylu der barê kontrol û çavdêriyên dijî Kovîd-19ê da wiha got: "Em operasyona terorê nakin. Em dixwazin bi hev ra hev hişyar bikin. Hişmendiya me ew nîne ku em welatiyan bikin dafikê û ceza li wan bibirin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu ji ber şewba Kovîd-19ê der barê qedexeya derketina derva da got ku tiştekî wisa nayê behskirin û di rojeva me da tuneye.