Ahmet Aydın
06 Adar 2020•Rojanekirin: 07 Adar 2020
Li Îranê Fatma Rehbera endama Konseya Navendî ya Partiya Îslamî ku di hilbijartina 21ê sibatê de weke parlementera Tehranê hatibû hilbijartin ji ber cureya nû ya vîrusa koronayê (Kovîd-19ê) ket komayê.
Li gorî ISNAya Ajansa Nûçeyan a Xwendekarên Zanîngehê li Îranê Fatma Rehbera parlementera Tehranê ji ber Kovîd-19ê li nexweşxaneyê dihat dermankirin, piştî xirabpûna rewşa wê ya tendirustiyê kete komayê.
Hat ragihandin ku rewşa tendirustiya Rehberê giran e.
Di nûçeyê de herwiha tekezî li wê yekê hat kirin ku nûçeyên derbarê mirina parlementera Îranê ji rastiyê dûr in.