Koronavîrus

Li Îranê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 898an

Li welêt ji ber şewbê di 24 saetên dawîn da 141 kesên din mirin, jimara weqiyan tevahî ji 44 hezarî borî

Elif Irmak  | 31.03.2020 - Rojanekırın : 31.03.2020
Li Îranê jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 898an

Ankara

Li Îranê 24 saetên dawîn ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) 141 kesên din jî mirin û hejmara miriyan derket 2 hezar û 898an.

Berdevkê Wezareta Tenduristiyê Kiyanuş Cîhanpûr di daxuyaniya xwe ya ku di televîzyona dewletê zindî hat weşandin da ragihand ku di 24 saetên dawîn da li tevahiya dinyayê ji ber Kovîd-19ê 141 kesên din mirin.

Cîhanpûr ragihand ku jimara kesên ji ber Kovîd-19ê mirin derket 2 hezar û 898an, jimara weqiayan j 3 hezar û 111 zêde bû û derket 44 hezar û 606an.

Cîhanpûr got ku ji nexweşên ku li nexweşxaneyan tên dermankirin rewşa 3 hezar û 703yan krîtîk e.

- Jimara kesên başbûn ji 14 hezarî borî

Cîhanpûr ragihand ku ji duh va 745 kesên din baş bûn û ji nexweşxaneyê hatin derxistin û jimara kesên ku heta niha baş bûn jî 14 hezar û 656 e.

Cîhanpûr diyar kir ku di çarçoveya "Seferberiya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Koronayê" ya ku di 5ê adarê da dan destpêkirin da jimara kesên ku kontrola tenduristiya wanhat kirin jî ji 65 milyonî derbas bû.

Li Îrana yek ji wan welatan e ku herî zêde lê mirov mirin vîrusa koronayê cara ewil di 19ê sibatê da li bajarê Qûmê hatibû tesbîtkirin paşê belavî hemû eyaletan bibû.

Îran di 5ê adarê da di çarçoveya plana ku dibêjinê "Seferberiya Têkoşîna Neteweyî ya Dijî Koronayê" di serî da eyaletên ku vîrus herî zêde lê tê dîtin li tevahiya welêt bi ekîbên ji 300 hezarî pêk tê dest bi kontrola tenduristiyê kiriye.


Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.
İlgili konular
Bu haberi paylaşın