Li Îranê di 24 saetên dawîn da 391 kes ji ber Kovîd-19ê mirin
Istanbul
Li Îranê jimara kesên ku ji ber vîrusa koronayê ya nû (Kovîd-19) mirin, 391 zêde bû û derket 117 hezar û 182yan.
Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Tenduristiyê ya Îranê hat dayîn, di 24 saetên dawîn da 15 hezar û 975 pêketiyên nû hatin tesbîtkirin, ji van 2 hezar û 207 kes li nexweşxaneyan hatin razandin.
Di daxuyaniyê da hat gotin, bi mirina 391 kesan va jimara kesên ku ji ber vîrusê mirin derket 117 hezar û 182yan, jimara pêketiyan jî derket 5 milyon û 424 hezar û 835an.
Wezaretê diyar kir, heta niha 29 milyon û 467 hezar û 568 kes doza ewil a aşiyê bûye, 13 milyon û 904 hezar û 702 kes jî her du dozên aşiyê bûne.
Bi tevahî 43 milyon û 372 hezar û 270 doz aşiya Kovîd-19ê li welêt hatiye kirin.