Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 6 hezar û 221 kesî pozîtîf derket, 71 kes mirin
Jimara nexweşên giran bû 881, tedawî/karantînaya Kovîd-19ê ya 4 hezar û 632 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 5 milyon û 215 hezar û 654an
Ankara
Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 227 hezar û 163 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 6 hezar û 221 kesî pozîtîf derket, 71 kes mirin.
Tabloya Vîrusa Koronayê ya Rojane ya Tirkiyeyê ji ser malpera "covid19.saglik.gov.tr"yê hat parvekirin.
Li gor vê li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn da 227 hezar û 163 testên Kovîd-19ê hatin kirin, testa 6 hezar û 221 kesî pozîtîf derket, 71 kes mirin, jimara nexweşan bû 548.
Jimara nexweşên giran bû 881, tedawî/karantînaya Kovîd-19ê ya 4 hezar û 632 kesan xilas bû û jimara başbûyiyan derket 5 milyon û 215 hezar û 654an.
Li gorî daneyên heftane, vê hefteyê rêjeya zaturreyê di nexweşan de ji sedî 3,4 e. Rêjeya tijebûna qeryoleyan ji sedî 50,4 e. Rêjeya tijebûna beşa nexweşiya giran ji sedî 60,2 ye. Rêjeya tijebûna ventîlatorê ji sedî 27,9 e. Têkra dema tesbîta temasdaran 8 saet, rêjeya filyasyonê jî ji sedî weke 99,9 hat tomarkirin.