Koronavîrus

Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 27 hezar û 688 kesan pozîtîf derket, 231 kes mirin

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 346 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 688 kes pozîtîf derketin, 231 kesan canê xwe ji dest da.

Ayşe Şensoy Boztepe  | 20.09.2021 - Rojanekırın : 21.09.2021
Li Tirkiyeyê testa Kovîd-19ê ya 27 hezar û 688 kesan pozîtîf derket, 231 kes mirin

Ankara

Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawîn de 346 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 688 kes pozîtîf derketin, 231 kesan canê xwe ji dest da.

Tabloya Rojane ya Koronavîrusê li Tirkiyeyê, li ser navnîşana "covid19.saglik.gov.tr"ê hat parvekirin.

Li gorî tabloyê di 24 saetên dawînde 346 hezar û 435 testên Kovîd-19ê hatin kirin, 27 hezar û 688 kes pozîtîf derketin, 231 kesan canê xwe ji dest da. Hejmara rehetbûyan jî 27 hezar û 949 e.

Ji bo nifûsa ji 18 salan mezintir, rêjeya derzîlêdanê ya doza yekem weke ji sedî 85,10 a doza duyem jî weke 68,13 hat tomarkirin.

Di çarçoveya Kovîd-19ê de heta îro li Tirkiyeyê bi giştî 105 milyon û 611 hezar û 261 aşî hatiye kirin.

Bi vê re di çarçoveya Kovîd-19ê de di 24 saetên dawîn de 500 hezar û 311 kesan derzî li xwe dane.

Anadolu Ajansı web sitesinde, AA Haber Akış Sistemi (HAS) üzerinden abonelere sunulan haberlerin sadece bir kısmı, özetlenerek yayımlanmaktadır. Abonelik için lütfen iletişime geçiniz.